Duşem, 6 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besiye Ozer piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Îkram Mihyaz ê hate qetilkirin, kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 5 mehan de 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê biryara ‘Haci Lokman Bîrlîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê kolberê bi navê Salah Hoşnamak qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerîfe Mihemedî sewqî Girtîgeha Lakan hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > MGK’ê rapora binpêkirina mafan a meha Îlonê eşkere kir
Rojane

MGK’ê rapora binpêkirina mafan a meha Îlonê eşkere kir

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina maf a meha Îlonê eşkere kir û got: “Tevî hemû zextan rojnamevan biryara xwe ya nivîsandina rastiyan didomînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha Îlonê eşkere kir. MKG’ê di raporê de bal kişand ser binpêkirina mafên jinên rojnamevan û zextên li dijî wan.

Rapora MKG’ê bi vî rengî ye:

“Zext û gefxwarina li dijî azadiya çapemeniyê her roj zêde dibin û di kûrbûna xizanî, polîtîkayên şer de rola van zextan zêde ye. Dîsa yên herî zêde dibin hedef jin in. Jinên rojnamevan ji ber nûçeyên xwe her tim bi zexta darazê rû bi rû dimînin. Her wiha li qadê jî bi astengiyên leşker, polîs û çeteyan rû bi rû dimînin. 
 
Binpêkirina mafên di meha Îlonê de nîşanî me dide ku zextên sîstematîk ên li dijî jinên rojnamevan, gefxwarina li azadiya çapemeniyê çiqasî cidî ne.

Nûçegîhana JINNEWS’ê Rabîa Onver ji ber nûçeya fuhuş û hişbirê ya li Colemêrgê çêkir bû hedef. Ev mînakek herî balkêş a binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha Îlonê bû. Rabîa Onver ji ber ku faliyetên fuhuş û hişbirê yên çeteyan derxist holê polîsan bi ser mala wê de girtin. Vê nûçeyê tiştên ku her kes dizanin lê cesaret nakin bibêjin bi raya giştî re parve kir. Bi vê nûçeyê Rabîa bi awayekî kêfî bû hedef. Ev yek jî pîvana zextên sîstematîk nîşan dide.

Li gel vêya rojnamevan Melev Avci, Ahmet Kanbal û Medîne Mamedoglu ji ber nûçeyên çêkirine derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber nûçeyên şewatê û parvekirinên medyaya dîjîtal ji bo îfadeyê bang li rojnamevan Medîne hat kirin. Jinên rojnamevan pîşeya xwe îcra dikin, lê belê li gel vê yekê jî bi zextan rû bi rû dimînin. Ev jî ji bo azadiya çapemeniyê gefxwarineke cidî ye. 

Jinên rojnamevan ne tenê di pêvajoyên edlî de, di heman demê de li qadê jî bi tundiya gotinê, bi tundiya derûnî û fîzîkî ya polîsan rû bi rû dimînin. Nûçegîhana TV100 Canan Altintaş, ji ber cenazeyê Narîn Guran kir nûçe êrîşa fîzîkî lê hat kirin û her wiha gef lê hat xwarin. Vê bûyerê zehmetiya xebatê ya li qadan a jinên rojnamevan dîsa raxist pêş çavan. 

Mînakek din jî ev e, nûçegîhana Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê Lutfiye Burcu Kara li Îzmîrê di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin. Ev bûyer asta zextên li ser jinên rojnamevan a sîstematîk nîşan dide. 

Nivîskara Rojnameya Karar Elîf Çakir ji ber tespîta nasnameya şaş hat binçavkirin û piştre hat berdan. Ev bûyer nîşan dide ku jin ne tenê li qadan di pêvajoyên edlî de jî bi sepanên kêfî rû bi rû dimînin.

Erka sereke ya rojnamevanan ew e ku rastiyan derxînin holê. Lê belê di serdema desthilatdariya AKP’ê de me dît ku daraz azadiya çapemeniyê tune dihesibîne û rojnamevanan dike hedef. Ev jî erka rojnamevanan xurtir dike. Jinên rojnamevan bi qasî li qadan li ser platformên dîjîtal jî her tim bi sansur, gefxwarin û zextan rû bi rû dimînin. 

Tevî hemû zextan rojnamevan biryara xwe ya nivîsandina rastiyan didomînin. Her çiqas zextên desthilatdariyê û daraza bi wê ve girêdayî zêde dibin jî biryardariya eşkerekirina heqîqetê ya rojnamevanan hîn bi hêztir dibe. Biryardariya jinên rojnamevan û xebatkarên çapemeniya azad di vê berxwedanê de dibe jêderka îlhamê. Bi taybet sekna wêrek a Nagîhan Akarsel û Gurbetelî Ersoz rê nîşanî têkoşîna jinên rojnamevan dide. Em bi vê munasebetê Nagîhan Akarsel û Gurbetelî Ersoz jî bi rêzdarî bi bîr tînin. 

Rojnamevanên êrîş li wan hatine kirin  2
Rojnamevanên bi ser mala wan de hat girtin 2
Rojnamevanên hatin binçavkirin 2
Rojnamevanên ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin 2
Rojnamevanên derbarê wan de biryara girtinê hatiye dayin  2
Rojnamevanên hatin girtin  1
Rojnamevanên mûameleya ne baş li wan hat kirin 4
Rojnamevanên gef li wan hat xwarin  1
Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin 2

Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 2
Rojnamevanên derbarê wan de doz hat vekirin 1
Cezayê pere yên hatine birîn 14.160
Rojnamevanên darizandina wan dewam dikin (Hejmara dosyayan): 6 (Hejmara kesan):  9
Hejmara rojnamevanên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha) 7

Malperên hatine girtin  5
Nûçeyên hatine astengkirin 699
Naveroka Medyaya Dîjîtal a hatiye astengkirin 409

LÎSTEYA JINÊN ROJNAMEVAN ÊN GIRTΠ

1. Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê
2. Elîf Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 
3. Hatîce Duman – Midûra Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
4. Ozlem Seyhan – Rojnamevan
5. Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 
6. Selamet Turan – Rojnamevan 
7. Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hunermend li hev civiyan: Li dijî sansurê pêdivî bi têkoşînek hevpar heye
Nûçeya Pişt re Dayikên Şemiyê ji bo Duzgun Tekîn li hev civiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bestonî (Çîrokên Kolanên Ewropa ên Xemilandî)

Ji çardeh salîya xwe heya bist û du salîya xwe di navbera sînorê Rojhilat û…

Ji aliyê Ferat KEVIR

Berxwedêrên Tişrînê fitarê xwe vedikin

Nobeta berxwedanê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Bendava Tişrînê kete roja 54’an.…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Li Girê Amediyê dagirkerek hate cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Zapê di çalakiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Besiye Ozer piştî 30 salan hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Îkram Mihyaz ê hate qetilkirin, kom bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di 5 mehan de 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji AYM’ê biryara ‘Haci Lokman Bîrlîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?