AKP ku li gelek bajarên Kurdistanê nikare namzetan peyda bike û li Colemêrgê tenê navê xwe maye, bi alîkariya leşker û polîsan gefê li gel dixwe û bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne. AKP ku bi mehan e li bajêr karê hilbijartinê dike, nekarî namzetekî li bajêr peyda bike. Li ser vê yekê Îsmet Olmez ê ku li Colemêrg, Çelê û gelek herêman kanên madenê dixebitîne û xwezayê qetil dike, ji bo Şaredariya Colemêrgê ji xwe re kir namzet.
Olmez ku bi weke kujerê xwezayê li Colemêrgê tê naskirin, xwedî bi dehan kanên madenê ye. Ev kanên Olmez li bajêr dibin sedema hilweşîneke mezin a ekolojîk. Li Geliyê Zapê û herêma Cîlo-Sat ku weke berhemeke bêhempa ya xwezayê tê naskirin, zindî hatin tunekirin. Olmez ku ji bo rant û pereyan xwezayê wêran dike, beşeke mezin a kanên wî yên madenê qaçax in û raporên Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) nîne. Ji ber kanên madenê jî çandinî û sewalkarî li ber qedandinê ye.
DEST AVÊT WANÊ JÎ
Olmez ku li Colemêrgê xweza talan kir, li Wanê jî dest bi talankirina xwezayê kir. Li navçeya Artemêt a Wanê, peravê Gola Wanê kku Merît Otel a Olmez lê ye, bi kevir û beton hate dagirtin û avahiya qaçax lê hate lêkirin. Tevî ku li dijî Qanûna Peravan e jî ji ber ku avahî qaçax û bêdestûr e, tê zanîn ku Olmez bi destûra AKP’ê çêkiriye.