Li gorî daxuyaniya ji artêşa Çînê hate kirin, di 7’ê Nîsanê de li Derya Çînê ya Başûr dewriyeyên şer ên hewayî û deryayî hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li Derya Çînê ya Başûr hemû karên leşkerî yên ku dibin sedema aloziyê û rewşê xera dikin, di bin kontrolê de ne” û peyam da welatên din ên li heman herêmê tetbîqatê dikin.
Têkildarî ast û cihê tetbîqatên Çînê agahiyên berfireh nehatin dayin.
Fîlîpîn, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Japonya û Awûstralyayê roja Şemiyê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wê roja Yekşemê li herêma aboriyê ya Fîlîpînê wê tetbîqata hewayî û deryayî ya hevpar lidar bixin.
Tê payin ku di navbera Serokê DYE’yê Joe Bîden, hempîşeyê wî yê Fîlîpînî Ferdînand Marcos û Serokwezîrê Japonyayê Fûmîo Kîshîda de 11’ê Nîsanê li Qesra Spî civîneke bilind a sêalî bê lidarxistin.