Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji ber wefata endama partiyê Mala Silêman Emûka daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk ji ber wefata endama partiyê têkoşer Mala Silêman Emûka xemgîn e. Mala Silêman Emûka ku jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe, dozên azadî û demokrasiyê veqetandibû, piştî têkoşîneke têr û tijî ya dayîn û xebata neteweyî wefat kir.
Mala ji jinên pêşeng bû ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve roleke girîng lîst. Di pêvajoyên destpêkê yên damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi awayekî çalak xebitî. Bi têkoşîna xwe ya bênavber a di rêya azadiya jinan de û bi beşdarbûna xwe ya çalak a di qadên civakî û siyasî de dihat nasîn.
Em bi serfirazî têkoşîn û welatparêziya malbata wê bi bîr tînin. Mala ya ku xwişka şehîdekê ye, heya rojên dawîn ên jiyana xwe nirxên fedakarî û îradeya azad hilgirtin.
Em sersaxiyê ji malbat, hevalên wê û ji gelê xwe re dixwazin. Bîranîna têkoşer Mala Silêman Emûka dê di wijdanê gelê me û têkoşîna avakirina civakeke azad û demokratîk de zindî bimîne.”

