Abdurrahman Gemîcîgolû yê 67 salî tevî ku ji nexweşiya xwe rewşa wî xedar bû jî di 3’yê cotmehê de li Colemêrgê bi hinceta ku Dadgeha Bilind cezayê wî erê kiriye, hatibû girtin. Niha ew li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin.
WÊ RAPORÊN WÎ JI ATK’Ê RE WERIN ŞANDIN
Tevî ku nexweşiyên wek penceşêra rûviyê stûr, prostat û dil û gelek nexweşiyên din li Gemîcîoglû peyda bûbûn jî lê ji roja hatiye girtin sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. Rewşa Gemîcîoglû roja 25’ê Cotmehê giram bûye û rakirine Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Wanê. 12 roj in li beşa nihêrîna awarte ya nexweşxaneyê tedawiya Gemîcîoglû berdewam dike. Di çarçoveya raporên bijîşkan de biryar hatibû dayîn ku Gemîcîoglû sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê bê kirin. Lê belê ji berk u rewşa Gemîcîoglû xedar e hat zanîn ku wê wî sewqî ATK’ê nekin û tenê raporên hatine wergirtin wê bişînin ATK’ê.
Keça Abdurahman Gemîcîoglû Elîf Gemîcîoglû da zanîn ku rewşa bavê wê gelekî xirab e. Elîf Gemîcîoglû destnîşan kir ku bavê wê nikare bi vî awayî jiyana xwe bidomîne û daxwaza serbestberdana bavê xwe kir.