-Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
-Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
-Rojnemevan Biryar Efrîn li ser hedefgirtina rojnemevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn axivî û got: “Divê em bi mezinkirina kar û xebatên rojnamevaniyê tola herdu hevalan ji dagirker û hevkarên wan hilînin.”
– Rêveberê Şaxa Wanê ya TUHAY-DER’ê Emîn Şeker diyar kir ku zextên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û got: “Di nava girtîgehan de dadgehên nû hatine avakirin ku ji dadgehên edliyeyê serbixwe ne. Ne dadgeh lijneya li girtîgehê biryar dide ku girtî bên berdan yan na.”