Şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê bênavber dewam dike. Li gorî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê, di 24 saetên dawî de navbera her du artêşan bi giştî 186 caran şer qewimî.
Şerên herî dijwar, li Wîlayeta Donetsk a li rojhilat qewimîn. Artêşa Ûkraynayê ragihand ku li aliyê Pokrovsk 50, li derdora Kostiantynivka jî 14 êrîşên Rûs pêk hatin.
Li Wîlayeta Zaporijya ya li başûr jî, li derdora Huliaipole 24 êrîş pêk hatin. Li Wîlayeta Dnipropetrovsk a li başûrêrojhilat jî, li derdora Oleksandrivka 14 êrîş pêk hatin.
Li aliyê din rêveberiya Ûkraynayê Rûsya bi binpêkirina agirbestê sûcdar kir. Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Andrii Sybiha îdîa kir ku êrîşên bi fuze û balafirên bêmirov di saetên şevê de pêk hatine, nîşan dide ku Moskow aştiyê naxwaze. Sybiha banga Rûsyayê ya 9’ê Gulanê ji bo agirbestê kirî, weke “ne samîmî ye” nirxand û diyar kir ku Vladimir Putin “ji jiyana mirovan zêdetir girîngî dide merasîmên leşkerî”.
DI TEVAHIYA ŞEVÊ DE ÊRÎŞ
Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê jî ragihand ku Rûsyayê di tevahiya şevê de bi 2 fuzeyên Iskander ên balîstîk, fuzeyeke Kh-31 û 108 balafirên bêmirov êrîş pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, sîstemên parastina hewayî ji van hedefan 89 heb îmha kirine.
DI ÊRÎŞA LI SER KIRIMÊ DE 5 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li eniya din a şer jî, li Kirimê ya ji aliyê Rûsyayê ve hatî îlhaqkirin, di êrîşa bi dronê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, hate diyarkirin ku dron ayîdê Ûkraynayê ye. Rayedarên herêmî ragihandin ku êrîş li herêma Cankoy (Djankoy) demek kurt piştî agirbest kete meriyetê, pêk hat.

