TEV-Çand Ewropa di salvegera Fermana 74’emîn a li Şengalê de, daxuyaniyek nivîskî da û got: “Di Sedsala 21’an a ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê diqewime de, xelkê me yê Şengalê bi piştevaniya xiyaneta PDK’ê li Şengalê dîsa rû bi rûyê qirkirinê ma. Bi taybetî faşîzma dewleta Tirk bi xiyaneta PDK’ê re xwest polîtîkayên qirkirinê bi encam bike. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran zarok, ciwan û jin hatin qetilkirin. Hat xwestin ku gelekî ku xwe ji Fermana 73’yan rizgar kirî, bi zilma DAÎŞ’ê û hevkariya xayînan were tunekirin. Xwestin civakeke bi pêşengiya jinê hatî hûnandin, tune bikin. Zarok hîna di temenê biçûk de dîl girtin û jinên Êzidî li bazaran firotin. Bi vî rengî di şexsê jinan de armanc kirin ku îradeya civaka Êzidî bişikînin. Di esasê xwe de, armanc kirin ku çand, jiyan û îradeya xelkê Êzidî were şikandin. Ji ber ku jin çavkaniya sereke ya jiyan û çanda qedîm e, hate hedefgirtin.”
‘BI GERÎLA RE QIRKIRIN HATE RAWESTANDIN’
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:
“Di dîrokeke wiha de, bi pêşengiya gerîlayên HPG/YJA Starê, bi alîkariya YPG-YPJ’ê û hevkariya xelkê Şengalê re li Şengalê êrîşa qirkirinê hate rawestandin û kêlî bi kêlî berxwedan hate bilindkirin. Bi pêşengiya xeta azadiya jinê, ev berxwedan veguherî serketinê. Gelê ku di her warî de cewher û kevneşopiya xwe diparêze û di roja me de jî çavkaniya çanda qedîm e, xwe ber bi xweseriyê ve dibe. Îro tevî hemû zext û pêkanînên dewleta Iraqê, xiyaneta PDK’ê û êrîşkariya dewleta Tirk, xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê bi saya nirxên xwe yên dîrokî li ser piyan e. Ev yek, nîşaneya çanda qedîm e.
Xelkê me yê Êzidî xwedî çand û baweriya herî qedîm e. Îro bi rêxistinbûna xwe dixwaze pêşî li qirkirinan bigire. Her çendî ku 10 sal li ser qirkirinê re derbas bibin jî, êrîşkariya dewleta Tirk û PDK’ê ya li ser Şengalê dewam dike. Çanda Êzidî bi salan malûvanî ji çand û hunera Kurdî re kiriye. Îro jî Derwêş tên afirandin.
‘ÊZIDÎTÎ DIVÊ BÊ PARASTIN Û PÊŞXISTIN’
Weke hunermendên Kurd em car din girîngiya pêşxistin û parastina Êzidîtiyê destnîşan dikin. Di vê pêvajoyê de li dijî nasname, çand, ziman û hunera Kurdî her cure êrîş tên pêşxistin. Lewma parastina çavkaniya Kurdîtiyê, ji bo me girîngiyeke jiyanî ye. Ji ber vê yekê weke hunermendên TEV-Çand em qirkirina 3’yê Tebaxê şermezar dikin, em bang li hemû dostên Kurd, azadîxwaz û hunermendan dikin ku ji bo Şengal statuya xwe bi dest bixe, bi rola xwe rabin û pêşî li hewldana qirkirineke nû bigirin. Her wiha em bang li hemû welatparêzên Kurd dikin ku bi ruhê demê xwedî li ziman, nasname, govend û çanda xwe derbikevin. Her kes divê beşdarî çalakî û meşên ku wê bi ruhê berxwedana Şengalê bên lidarxistin, bibin û dengê xwe bilind bikin ku pêşî li qirkirinan were girtin. Herî dawî di şexsê Mam Zekî Şengalî de em hemû şehîdên Şengalê bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.”