Sêşem, 23 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Beriya civîna bilind a NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gel Şaredarê Adalarê yê CHP’yî 35 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Em ji rastiya pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Şahîn: Binpêkirinên li girtîgehan bi rêk û pêk dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hiqûqa ku li Îmraliyê pêk were wê bibe pîvana pêvajoya aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 Kurdên ji Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJK-E: Em banga xwedîderketinê li berxwedana Rojava dikin
Jin

TJK-E: Em banga xwedîderketinê li berxwedana Rojava dikin

TJK-E ji bo çalakiyên 25 û 26’ê Çileyê ku wê bên lidar xistin banga tevlîbûn û xwedîderketinê li berxwedana Rojava kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlîbûna çalakiyên ku wê di 25-26’ê Çileyê de bên lidar xistin, kir. TJK-E’yê got, “Bi hilweşîna rejîma Baas û hatina HTŞ’ê li ser rêveberiyê re pêvajoyeke ku hevsengiyên li Sûriyeyê ji nû ve hatin guhertin, destpê kir. Li aliyek aktorên herêmî xwe dispêrin hêza xwe ya leşkerî û li aliyê din jî hêzên statukoparêz ên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe biparêzin li pey hewldanên dîplomatîk in. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên Êzidî, Ereb, Kurd, Ermenî û Tirkmen bi hev re li herêmê ji bo avakirina modela rêveberiya demokratîk berdêl dan û ji bo mayîndekirina vê sîstemê kedek mezin raber kirine. Lê belê Erdoganê faşîst û kabîleyê wî ku gelek caran bêtehemuliya xwe ya li hemberî destketiyên Kurdan nîşan dan, ji bo bêmirovkirina herêmê û guhertina avaniya demografîk bombeyan li gelên herêmê dibarînin. Dewleta Tirk bi destê çeteyên OSO, El Nûsra, DAÎŞ û cîhadperestên Çeçen ku bi pere bikar tîne, her roj planên komkujiyên nû li dijî Herêma Rêveberiya Xweser a Kurd dikin û hewl didin qirkirina gelê Kurd mîna sala 2014’an bidomînin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: 

“Ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn ku sîstema di 25’ê Çileya 2014’an de di dema salvegera rizgarkirina Kobanê de hat avakirin, ji nû ve di xeteriyê de ye. Dizanin ku li herêma ku Konfederalîzma Demokratîk a ji aliyê Rêbertî ve hatiye pêşxistin bi jiyanî dibe, cih nade sîstema kapîtalîst û şêwaya desthilatdariya wê. Ji ber vê yekê bi bêdengî li tiştên diqewimin temaşe dikin, bi bêbersiviya xwe re van hemûyan erê dikin. Rêgezên navneteweyî tine dihesibînin û çavê xwe ji bombekirina dibistan, nexweşxane, cihên îbadetê, embar, depoyên avê û bendavan re digirin.

Bi van êrîşên li dijî şoreşa Rojava re ku di esasê xwe de şoreşa jinê ye, armanc dikin xweparastina jinê tine bikin û li dijî destketiyên wan ên civakî, leşkerî û siyasî tarîtiyê ferz bikin. Dixwazin bazarên koleyan ava bikin, jinan bikin xenîmetên şer û bi rêya qetilkirina jinan qirkirinê pêk bînin. 

JI BO TEVLÎBÛNA ÇALAKIYAN BANG HAT KIRIN

Dewleta Tirk dixwaze li herêma ku sîstema demokratîk lê ava bûye, şoreşa jinê lê pratîk dibe û gel di nava wekheviyê de dijîn, kaos û krîzê çêke. Gelên herêmê û jin li dijî van êrîşan li ber xwe didin û xwedî li Rojava derdikevin. Azadkirina Kobanê, weke sembola berxwedanê ya li Rojhilata Navîn girîngiya xwe diparêz e.

Li ser vê bingehê, di çarçoveya Rojên Çalakiyên Gerdûnî de 25 û 26’ê Çileyê, li dijî qirkirina jinê, nîjadperestî, şer û komkujiyan em dengê xwe bilind dikin û ji bo em bibêjin berxwedana gelê Rojava berexwedana me ye, em dadikevin kolanan. Em bang li gelê xwe yê birûmet, jin, ciwan, saziyên demokratîk û dostên xwe dikin ku hevgirtina xwe xurttir bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DYE’yê Kuba ji lîsteyê derxist, Kuba wê 553 mehkûman berde
Nûçeya Pişt re 35 tevger û partiyên siyasî bang li NY û Yekîtiya Ereb kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TJA’yê ji bo mîtînga jinan a li Enqereyê banga tevlîbûnê kir

TJA'yê ji bo mîtînga 10'ê Çileyê ya li Enqereyê banga tevlîbûnê kir ku wê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Kanada pêkanînên li ser Sûriyeyê sivik dike

Kanadayê ragihand ku nêta wan heye ku pêkanînên malî yên li ser Sûriyeyê sivik bike…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Beriya civîna bilind a NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kalkan: Em ji rastiya pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?