Duşem, 3 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Mûstafa Karasû Haniy Karasû koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna derbarê Şaredariya Etimesgutê de: 40 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hunermend û akademîsyen jî divê tevkariyê li pêvajoyê bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ceylan Akça: Gel bi zehmetiyên pêvajoyê û hesabên desthilatdariyê zane

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê: Ji bo parastina Şengalê û hemû herêmên Kurdistanê yekîtiyê nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê jiyan sekinî, ji bo şehîdên Fermanê mûm hatin pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî di salvegera fermana 3’ê Tebaxê de dest bi meşa dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Şengalê: Gelê me divê bersiva êrîş û gefan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo fermîkirina statuya Şengalê têdikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Civaka Êzidî li gel êrişan jî serî netewand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YBŞ: Ji bo trajediyên berê dubare nebe em ê têkoşîna xwe dewam bikin
Kurdistan

YBŞ: Ji bo trajediyên berê dubare nebe em ê têkoşîna xwe dewam bikin

YBŞ'ê diyar kir ku xeteriya li ser Şengalê bi şêweyên cuda dewam dike û destnîşan kir ku aramî tenê bi naskirina îrade û mafên Şengalê dibe. YBŞ'ê got, ji bo trajediyên berê dubare nebin wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya 12’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî weşand. YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de got; ‘‘Em wek YBŞ’ê soza xwe ya ji bo cangorî û gelê xwe nû dikin ku em ê dilsozê xwîn û qurbaniyên wan bimînin û dê erkê xwe yê parastina Şengalê û civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Iraqê bi cih bînin û ji bo pêşerojek ku trajediyên berê qet dubare nebin tekoşîna xwe dewam bikin.’

Daxuyanî wiha ye:

‘‘Di salvegera 12. a 3’yê Tebaxa 2014’an de, em rûpelekî bi êş di dîroka gelê xwe de, bibîr tînin, roja ku hêzên tarî û çete hewldan îradeya Êzidiyan bişkînin û koka wana biqelînin. Lê tiştê ku qewimî ne dawiya gelekî bû, lê destpêka qonaxek nû ya berxwedan û serîrakirinê bû, ji ber ku gelê Êzidî ji bo parastina axa xwe, rûmeta xwe û mafê xwe yê jiyanê xwe ji xweliya xwe ava kir.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de, civaka Êzidî rastî sûcên herî hovane yên çeteyên DAIŞ’ê hat, piştî ku gelê me li hember makîneyên kuştin, kolekirin, destdirêjî, firotin û koçberiyê bêparastin ma. Komkujî hatin kirin, jin dîl hatin girtin, zarok hatin revandin û bi sed hezaran mirovên me di hewldanek sîstematîk de ji bo koka Êzidiyan qelandin û ji holê rakirina hebûn û nasnameya wan hatin koçber kirin.

Tebax di bîra gelê me de ne mehek asayî ye; ew mehek êş, berxwedan û cangoriya ye, mehek hem trajediyan û hem jî serkeftinane. Di vê mehê de îradeya berxwedana Êzidiyan ji dayik bû û ji kûrahiya êşê, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) hatin damezrandin, dema ku kur û keçên Şingalê biryar dan ku parastina hebûn û rûmeta wan berpirsiyariyek dîrokî ye ku nayê berdan.

Vê mehê, em komkujiya gundê Koço, bombebarankirina Tilizir û Sîbayê û hemî sûcên din ên ku gelê me armanc girtin jibîr nakin. Her wiha em meş û çirûska berxwedanê ya ku Şengal ji cihekî qirkirinê veguherand sembolek berxwedan û biryardariyê bi bîr tînin.

Em li ber canê cangoriyên xwe yên ku bi xwîna xwe rûpelên geş di dîroka gelê me de nivîsandine, ji cangoriyên berxwedana Sîbayê û Girzerik heya rêber û pêşengên me yên hêja Mam Zekî, Seîd Hesen, Dilşêr Herekol, Egîd Civyan, Berfîn Nûrhaq û Nûjînan, Feraşînan, Dijwaran, Zerdeştan, Çekoyan, Xêyriyan û hemû cangoriyên berxwedan û azadiyê, bi rêzdarî bibîr tînin. Wan Şengal, rûmeta gelê Êzidî û mafê wan ê jiyanê parastin û navên wan dê bibin çirayek ku nifşên pêşerojê ber bi rêya azadî û seqamgîriyê ve dibe, bike.

Di vê salvegerê de, em spasî û teqdîra xwe ya kûr ji bo hemû kesên ku di şert û mercên herî dijwar de li kêleka gelê me sekinîn, di serî de hêzên YPG û YPJ, û hêzên gerîla yên HPG û YJA STAR, ku beşdarî vekirina korîdora mirovî û rizgarkirina bi deh hezaran sivîlan ji gefa qirkirinê bûn, diyar dikin. Her wiha em hemû kesên ku xwîna xwe ji bo parastina Şengalê rijandin û hemû kesên ku alîkariya gelê me kirin silav dikin. Em bi rêzgirtinek kûr Rêber APO silav dikin, ku li kêleka doza gelê me sekinî û ramanên wî di demên herî dijwar de çavkaniya berxwedan, rêxistin û hêvî bûn bû ji bo me.

Piştî 12 salan, xeterî dewam dikin û şêweyên nû digirin. Hin kes û alî hene ku dixwazin bi daxwaza bêçekkirina Êzidiyan û hilweşandina Hêzên Xweparastinê yên Êzidiyan, mafê wan ê rewa yê parastina xwe ji destê Êzidiyan bigirin. Hewldana qelskirina şiyana parastina xwe ya gelê me, di bin şert û mercên tevlihev ên ku herêm pê re rû bi rû ye, ne rêyek ber bi aramiyê ve ye, lê belê dubarekirina şert û mercên beriya fermana 3’ê Tebaxê ye û deriyê xetereyên qirkirinek nû vedike.

Ezmûnan îspat kiriye ku hêzên xwe parastina Êzidiya qet nebûne amûrên êrîşkariyê, lê belê bûne mertalek ji bo parastina mirovahî, ax û nasnameyê û rêgirbûn li pêşiya dubarebûna trajediya ku gelê me kişandiye. Ewlehî û aramiya Şengalê tenê bi îradeya gelê Şengalê bi xwe û bi rêzgirtina mafê wan ê parastina hebûn û rûmeta wan dikare were bidestxistin.

Bi berçavgirtina guhertinên bilez ên li herêmê, em piştrast dikin ku bûyerên heyî gelek nîşanên serdema beriya qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an hildigirin, ku asta herî bilind a hişyarî û berpirsiyariyê pêwîst dike. Ji ber vê yekê, em bang li hemû endamên civaka Êzidî dikin, bêyî ku girêdayîbûn an meyla wan çi be, ku bibin yek û bi hev re bisekinin, qenciya hevpar bidin pêşiyê û hemû sedemên parçebûn û nakokiyê ji bidin aliyekî. Helwestek yekgirtî ya Êzidî garantiya bingehîne ji bo rûbirûbûna xeteriya û dijwariyan. Hişyarî û yekîtiya civakê, digel parastina şiyanên xweparastinê, astengiyeke neguhêzbar li dijî her hewldanek ji bo dubarekirina trajediyê an jî rûbirûkirina gelê me bi xetera qirkirinek din re pêk tînin.

Di dawî de, em wek YBŞ’ê soza xwe ya ji bo cangorî û gelê xwe nû dikin ku em ê dilsozê xwîn û qurbaniyên wan bimînin û wê erkê xwe yê parastina Şengalê û civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Iraqê bi cih bînin û ji bo paşerojek ku trajediyên berê qet dubare nebin têkoşîna xwe dewam bikin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lêpirsîna derbarê Şaredariya Etimesgutê de: 40 kes hatin girtin
Nûçeya Pişt re Dayika Mûstafa Karasû Haniy Karasû koça dawî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Elmanyayê dema wezîfeyê ya hêzên xwe yên li Iraqê dirêj kir

Hikumeta Elmanyayê biryar da ku dema wezîfeyê ya hêzên xwe yên li Iraqê dirêj bike.

Ji aliyê Stêrk TV

Laleş Çelîker ku piştî 30 salan hate berdan, bi girseyî hat pêşwazîkirin

Laleş Çelîker ku piştî 30 salan hate berdan, li Tetwanê ji aliyê sedan kesan ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê hatin bîranîn

Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li ser gora xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika Mûstafa Karasû Haniy Karasû koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna derbarê Şaredariya Etimesgutê de: 40 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Hunermend û akademîsyen jî divê tevkariyê li pêvajoyê bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Pakistanê li pêşiya qereqola polîsan êrişa xwekujî: Herî kêm 14 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?