YJK-B’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Di qonaxa duyemîn a Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li gelemperiya Ewropayê dest bi kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ kir. Em weke YJK-B’yê xwedî li vê pêngavê derdikevin û bang li hemû gelê xwe dikin ku bihêztir bikin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Em weke jin bi hev re bihêztir in. Em ê li dora Paradîgmaya Civaka Azadîxwaziya Jin a Rêber Apo bibin yek û hesab ji sîstema desthilatdar a mêr a ku qirkirina jinê û civakê pêk tînin, bixwazin.
Em li dora têkoşîna jinê dibin yek û ji zilmê re dibêjin ‘bes e’. Em ê tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bişkînin û bi hev re azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.
Bi kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ re ku ji aliyê TJK-E ve hat destpêkirin, em xebatên xwe dimeşînin û em ê di 1’ê Kanûnê de li Belçîkayê dest bi çalakiya xwe bikin.
Em bang li gelê Kurd û dostên wan bi taybetî li hemû jinan dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin û bi xurtî tevlî meşa mezin a 16 ‘ê Mijdarê bibin. Bi bawerî û biryardariya xwe em soza xwe nû dikin ku em ê teqez bi ser bikevin.”