Sêşem, 11 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûn gava destpêkê ya pêvajoyê ye, ji bo çareseriyê divê dewlet hîn bi berpirsyariyê rabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Zîwer Şêxo: Armanca me afirandina civakek ekolojîk e
Rojava

Zîwer Şêxo: Armanca me afirandina civakek ekolojîk e

Endamê Rêveberiya Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo anî ziman ku xebatên Keziyên Kesk xwe dispêre hişmendiya ekoljiya civakî û diyar kir ku armanca wan xwe avakirina civakek ekolojîk e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di jiyana mirovan de yan jî di gerdûnê de ekolojî yek ji lingên bingehîne ku mirovahî li ser jiyana xwe didomîne. Ji ber çiqas mirov di ekolojiyeke paqij û xwezayî de jiyan bike ewqas bi tenduriste. Heta demekê bi awayeke rêk û pêk mirovahiyê parastina ekolojiyê dikir. Bi pêşketinên teknolojî û sîstemên ku li ser civakê hatine meşandin êdî civak ji ekolojiyê dûrket û ekolojî yan jî xweza ji rastiya xwe hate dûrxistin.

Di nav wan sîsteman de tu hewildanên ji bo parastina jîngeh an jî ekolojiyê nehatin meşandin û bi demê re bi wê hişmendiyê civak heta roja me ya îro hat. Piştî Rojavayê Kurdistanê û bi taybet piştî belavbûna fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di parêznameyên xwe de qala ekolojiyê û pirsgirêkên xerakirina ekolojiyê û çareseriya wê dike, civak careke din rabûn ser piyan û ji bo parastina ekolojiyê careke din gavên hatin avêtin.

Komeleya Keziyên Kesk di Mijdara sala 2020’an de bi çend kesan hate avakirin. Komele xebata xwe ya xwebexş li ser esasê parastina jîngeh, ekolojiyê û belavkirina rê û rêbazên rast a ji bo parastina ekolojiyê dide meşandin.

Endamê Rêveberiya Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo ji ANF’ê re danasîna Komeleya Keziyên Kesk kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: ”Keziyên Kesk înîsiyatîfa gelêrî ya xwe, dispêre hişmendiya ekolojiya civakî, lê ji wê zêdetir weke komleyekê tê naskirin û weke tevgereke ekolojîk li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin dike. Keziyên Kesk bi hişmendiyeke gerdûnî û xebatên xwe dimeşîne.”

Zîwer di dewama axaftina xwe de li ser wateya navê Keziyên Kesk axivî û diyar kir ku ji bo bîranîna 5000 jinên ku li Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin û windakirin, ev nav li komeleyê hate kirin. Zîwer wiha got: ”Navê Keziyên Kesk ji ber ku li vê herêmê kezî weke sembola berxwedaniya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û li aliyeke din ji bo bîranîna 5000 jinên Kurd ên Êzîdî ku li Şengalê ji aliyê Çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin û windakirin, me ev nav hilbijart. Her wiha logoya komeleya me keziyek û darek Zeytûnê ye. Dara Zeytûnê sembola keskatî û aştiyê ye û li Kurdistanê bi taybet Efrîna dagirkirî bi warê zeytûnê tê naskirin, lewma sembola me bi vî awayî ye.”

Zîwer Şêxo anî ziman ku Komeleya Keziyên Kesk xwe li seranserî Ewropa û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin dike û wiha pêde çû: ”Keziyên Kesk li seranserî Ewropa û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên xwebexş hene. Her wiha dan û standinên me bi saziyên jîngehparêz ên cîhanî re jî hene. Lê li ser asta Rojavayê Kurdistanê li hemû bajaran komên me yên xwebexş xwe bi rêxistin kirine.

Armanca me ew e ku em civakeke ekolojîk afirînin. Gelek caran dema em dibêjin saziyeke ekolojîk in weke ku tenê saziyekê ji bo zêdekirina daran tê naskirin. Lê em di heman demê de ji bo xwe rêveberiya civakê û rêxistinkirina wê jî, xebatên xwe dimeşînin.”

Endamê Rêveberiya Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo axaftina xwe wiha bi dawî kir: ”Civak hezkiriyên ekolojiyê ne. Lê ekolojî ji aliyê desthilatdaran ve tê xerakirin. Projeya me ya bi navê ‘dibistana ekolojîk, civaka ekolojîk e’, cara yekem li Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve meriyetê. Her wiha em hewl didin li dibistanan jî komîteyên ekolojiyê ava bikin. Projeya me ya bi navê ‘Pişkên Gundewarî’ jî heta niha bi xebatên şaredariyên gundan re hatiye meşandin. Projeyên ku me qala wan kirine, projeyên mezin in û ji bo demeke dirêj dê xebatên wê bên meşandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xwendekarên Masterê ên Zanîngeha Rojava mezûn bûn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 5’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HBDH: Berpirsyarê komkujiya Enqereyê dewleta faşîst e

HBDH got, “Berpirsyarê sereke yê komkujiya Gar a li Enqereyê dewleta faşîst e, em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

Kongreya 3'yemîn a TAJÊ bi beşdariya 250 delegeyî destpê kir. Berdevka TAJÊ Riham Hico destnîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şedadê cenazeyê şehîd Ziweyid bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê şehîd Ziweyid Xelef El Ehmed li Goristana Şedadê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî Tûgaya Qamişloyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrîşa li Serêkaniyê lêpirsîn da destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê cezayê darvekirinê li Beşar Esad hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?