Şevê din li navçeya Kolik a Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê hat lidarxistin. Meş, ji hêla Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat organîzekirin. Bi sedan welatiyên li Parka Îbn-î Mîrzayê hatin gel hev, meşale pêxistin û bi pankarta “Newroz pîroz be, Rabe!” dest bi meşê kirin.
Di meşê de alên DEM Partiyê hatin hilgirtin û beşdaran dirûşmên “Bimre koletî, bijî azadî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Newroz” berz kirin.
Li her kolanê meşvan ji hêla welatiyan ve bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan hatin pêşwazîkirin.
Meş heta pêşiya buroya pêwendîdanînê ya hilbijartinê ya DEM Partiyê bi dawî bû. Namzetê hevşaredariyê yê Kolikê Osman Ozbek li vir bangî gel kir û spasiya hemû kesên tev li meşê bûbûn kir. Ozbek, wiha got: “Newroz, berxwedana Kawayê Hesinkar a li dijî zilmê ye. Newroz, li Zindana Amedê berxwedana li dijî zilmê ye. Newroz, berxwedana gelê Kurd a li dijî zilmê ye. Newroz, demokrasî ye, yekitî ye û hêza hevgirtinê ye.”
Gotinên Ozbek gelek caran bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate birîn. Di çalakiyê de dahol û zirne hatin lêxistin û welatiyan li ber stranên kurdî govend gerandin.
JI BO BÎRANÎNA MAZLUM DOGAN AGIRÊ NEWROZÊ HATE PÊXISTIN
Duh bi şev li navçeya Gever a Colemêrgê jî Newroz hate pîrozkirin. Ciwanên ku hatin cem hev, ji bo bîranîna Mazlûm Dogan ku bi sê zilikên şixarteyê Newroz pîroz kiribû, agirê Newrozê pêxistin û fîşekên hewayî teqandin.