Duşem, 13 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê di salvegera Komkujiya Zîlan de banga hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KOMAW’ê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Remzî Kartal têkildarî ‘qanûna çarçoveyê’ hişyarî da: Mutabaqat nebe pêvajo nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hişê Tevgera Apoyî: Dayika Hatîce

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvan Ahmet Tellî hate oxirkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê li Sîdekanê şivenek qetil kirin û dest danîn ser pezê wî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev
Kurdistan

Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev

Li Êlih, Amed û Colemêrgê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Malbatên Windyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 799’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû berdewam kir. Malbatên windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan û li erdê raxistin.

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz vê hefteyê serpêhatiya Giyasettîn Odûncû yê di gulana 1995’an de li Amedê hat windakirin xwend.

Akdenîz serpêhatiya windakirina Odûncû wiha dibêje: “Ew zewicî û bavê sê zarokan bû. Ji gundê Şimşima bi ser navçeya Hezorya Amedê ye. Di sala 1986’an de leşker her tim bi ser gundê wan de digirin û zexta ku bibin cerdevan li wan tê kirin. Di heman salê de bavê Giyasettîn Odûncû, dema diçe gundê Sine yê Licê serdanekî ji aliyê cerdevanê gundê Sine ve tê kuştin.

Di sala 1992’yan de leşker dîsa bi ser gund de digirin û zexta ku gundî bibin cerdevan li wan tê kirin. Giyasettîn Odûncû bi tevî malbata xwe ve ji ber zextên leşkeran bar dike û tên li navçeya Sûrê ya Amedê bicih dibin. Di rojên dawî yên gulana 1995’an de Odûncû ji hevjîna xwe re dibêje, ‘Ez ê bi hevalên xwe re biçim Gola Hazara Xarpêtê’ û dixwaze hevjîna wî şalek (pantolon) jê re amade bike. Hevjîna wî Aysel Odûncû cilên wî amade dike û dide destê wî. Malbat ji roja ku Giyasettîn Odûncû ji malê derdikeve şûn ve heta îro agahî jê nagire.”

Akdenîz diyar kir ku malbata Odûncû her çiqas serî li qereqolê û midûriyeta polîsan dide jî tu agahî ji Giyasettîn Odûncû nagire. Akdenîz destnîşan kir ku malbat têkildarî bûyerê di 31’ê adara 2003’yan de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê dozê vedike lê tu encamê bi det naxe û tevî hemû heldanên malbatê jî carek din agahî ji Odûncû nayê girtin.

ÊLIH

Malbatên Windayan di hefteya 635’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê ya Êlihê kom bûn û çalakiya  xwe berdewam kirin. Nûner û rêveberên DEM Partî, DBP, TJA, Egitim-Sen, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan rakirin û xwestin winda bên dîtin û daxuyanî hat dayîn.

Li ser navê komê rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Melek Atalay daxuyanî xwend. Atalay anî ziman ku di 29’ê gulana 1994’an de endamên JÎTEM’ê li Êlihê belavkarê Rojnameya Ozgur Ulkeyê Îsmail Agaya binçav kirine û wî winda kirine û ji wê rojê ve êdî agahî jê nayê girtin.

Atalay çîroka windakirina Îsmail Agaya xwend û wiha got: “Îsmaîl Agaya di salên 90’î de rojnameya Ozgur Ulke belav dikir. Di heman demê de karkerê înşatê bû. Di 29’ê gulana 1994’an de dema diçû mala xizmên xwe, hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin. Dayika Îsmaîl, Mufide Agaya, di serlêdana komeleyê de diyar kir ku jinên li derdorê dîtine ku kesên bi çek û sivîl Îsmaîl revandine û birine. Malbatê serî li Qereqola Polîsan a Navendê dan. Dîsa serî li gelek cihên din dan. Lê heta niha hemû hewldanên malbatê bê encam man.”

Girseya li qadê kom bûbû piştî çalakiya rûniştinê belav bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û Malbatên Windayan li navçeya Gever a Colemêrgê jî çalakî lidar xistin. Çalakî di hefteya 125’an de berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta karsazên kurd Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay ên ku di 3’ê hezîrana 1994’an de hatin qetilkirin pirsîn. Piştî cenazeyê wan li Bolûyê tên avêtin bi awayek êşkencekirî tên dîtin. Di çalakiyê de neviyê Hacî Karay, Kerîm Oztunç daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Oztunç anî ziman ku di 125 hefte ne çalakiyê lidar dixin û ew bi vê çalakiya xwe dixwazin hafizeya civakî zindî bihêlin û got: “Em weke Mirovên Şemiyê em ê rastiyên windakirinên di binçavan de ji gel re bibêjin. Em bang li hemû saziyên pêwendîdar dikin ku li ber vî sûcdariya giran bêdeng nemînin û hiqûqê binpê nekin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo 42 kesan 567 sal ceza hat xwestin
Nûçeya Pişt re Ahmedînecad bû namzetê serokkomariyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qendîlê seyrana biharê

Li Qendîlê mirovên ku bi biharê re derketin xwezayê, li ser atmosfera aştiyê û azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Maduro: Ez dîlgirtiyekî şer im

Nicolas Maduro ku di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de li New Yorkê derxistin pêşberî…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Zimanê dayikê maf e, nabe bê nîqaşkirin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku zexta herî giran li ser Kurdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Ji YE û Îngilistanê ji Rûsyayê re pêkanînên êrîşên sîber

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Merîwanê jinek hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?