Li Venezuelayê roja Yekşemê hilbijartina serok-dewletiyê tê lidar xistin. Hilbijartina serok-dewletiyê ku di navbera serokê niha Nicolas Maduro û Edmundo Gonzalez Urrutia ku xwe weke namzetê ‘guhertinê’ nîşan dide de weke pêşbirk dertê holê, her du alî jî bi serketina xwe bawer in.
Tê texmînkirin ku li gorî dema herêmî saet di navbera 06:00-16:00’an de ji 30 mîlyon mirovên Venezuelayê 21 mîlyon biçin ser sindoqan. Encama hilbijartinê wê bi şev diyar bibe.
10 namzetên seroktiyê hene. Li gorî anketan partiya mûxalîf li pêş e, lê hin çavdêr hene dibêjin ev pêşbirk wê weke hev bi encam bibe.
MADÛRO ÎDÎA KIR KU EGER EW BI SER NEKEVE WÊ KAOS RÛ BIDE
Maduro, li dijî mûxalefetê bi leşker û polîsan bawer e, bi rêk û pêk sozê dide ku dest ji desthilatdariyê bernade û îdîa dike ku eger ew bi sernekeve wê kaos rû bide.
Maduro got, “Di 28’ê Tîrmehê de wê Venezuela ji bo siberoja xwe ya 50 salên pêş, yan ji bo aştî yan jî ji bo tundiyê biryar bide. Aştî ango şer.”
Li dijî wê Serokê Dewletê yê Brezilya Lula got, “Maduro divê vê yekê hîn bibe. Dema bi ser ketî tunê li ser desthilatdariyê bibînê. Dema te winda kir jî tunê biçî.”
Gonzalez Urrutia roja Şemiyê got, Yekşemê ‘bê guman wê îfadeya herî girîng a demokratîk a gel a salên dawî be’ û bang kir ku “welatî di dawiya rojê de biçin ser sindoqan û encamên zelal bibînin.”
Li gorî anketan jî partiya muxalîf wê ji sedî 50-70 deng bi dest bixe.
Welatê dewlemend ê petrolê Venezuela ku salên dirêj yek ji welatên herî dewlemend ên Emerîka Latîn bû, îro ji çavkaniyên xwe bêpar maye û di nava krîza aborî de dijî.