Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKP’ê sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Dayikên Şemiyê: Daxwazên ji bo aştiyê divê bên pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Newaya Jin: Cotmeh meheke berxwedêr e
Jin

Newaya Jin: Cotmeh meheke berxwedêr e

Hejmara 235'an a rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta 'Bi tezên azadiyê ber bi asoyên nû ve' hate weşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rojnameyê cih da nêrînên kesayetên enternasyonalîst ên tevlî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ bûn, ku Cotmeha par destpê kir.

Ji kesên ku ji bo pêngavê bang kirin Marija Makedonia bersiv da pirsên Newaya Jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke ‘Yek ji şoreşgerên sereke yên serdemê’ pênase kir. Marija Makedonia got, “Tezên wî ji bo min asoyan diafirîne, rê nîşan dide.” Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê-EFA Lorena Lopez de Lacalle jî nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got, “Ya ku dixwazin bikin, astengkirina îradeya çareseriyê ye, lawazkirina hêviyê ye.”

Di rûpelên Kurdî de jî Şervîn Nûdem encamên çalakiyên bênavber ên salekê yên li cîhanê nirxand û destnîşan kir ku heqîqeta azadiyê bi pêngavê re gerdûnî bû.

COTMEH MEHEKE BERXWEDÊR E

Cotmeh di heman demê de weke meha şehîdên jin tê zanîn. Di hejmara vê mehê de cih ji Şehîdên Cotmehê re hate dayin ku mohra xwe li têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xistin. Haskar Kirmizigul li ser mijarê gotarek amade kir û anî ziman ku meha Cotmehê kurteberiya dîroka tevgera jinên Kurd e û got, “Diyalektîka Tevgera Jinê ya Kurd di vê mehê de veşartî ye. Cotmeh meheke berxwedêr e. Kûrahiya îdeolojîk a pêşengên jinê yên di oxira heqîqetê de jiyana xwe ji dest dan, hêza wan a hevrêtiyê, parêzeriya wan a xetê bûye hêmanên bingehîn ên şoreşa jinê.”

KEDKARÊN ÇAPEMENIYÊ YÊN TEVLÎ KARWANÊ NEMIRAN BÛN

Rojnameya Jinê bi wesîleya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd cih da kedkarên çapemeniyê yên tevlî karwanê nemiran bûn. Rojnameyê beşek ji rojnivîska Gûrbetellî Ersoz weşand û nivîsek Endama Konseya Rêveber a PAJK’ê Hêlîn Mûrat (Nûrten Kiliçarslan) a ku sala 2017’an şehîd bû ku ji bo rojnamevan Ayfer Serçe (Şîlan Aras) di sala 2010’an de nivîsî bû, weşand. Şîlan Aras sala 2006’an ji bo lêkolînkirina xwekuştina jinan çûbû Rojhilatê Kurdistanê lê belê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatibû kuştin.

YÊN KU HÊVIYÊ JI TARÎTIYÊ DIKIN

Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya jî diyar kir ku salên dawî bi zanebûn neçar dihêlin ku cenazeyên gerîla nîvê şevê bêne veşartin û got, “Ev yek wê ti carî ji aliyê gelê Kurd ve neyê qebûlkirin û bibe hinceta têkoşînê.”

BERXWEDANA JINÊ VEDIGUHERE ŞOREŞÊ

Di beşa dosyayê de ku ji belgeya ‘Şoreşa Jinê’ ya PAJK’ê hate amadekirin, bi sernavê ‘Berxwedana jinê vediguhere şoreşê’ qala serhildana beriya 2 salan hate kirin ku ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir û li cîhanê belav bû.

GELÊ LENCAYÊ LI SER ŞOPA BERTA YE

Di rûpela cîhanê de jî hevpeyvînek li ser gelê lenca û têkoşîna jinên wê hate weşandin. Dîlber Aydin bi Koordînatora Giştî ya COPINH’ê Bertha Zuniga Caceres re li ser Berta Cacares ku 2016’an hate qetilkirin, mîrateya wê, têkoşîna wê ya ji bo hawirdor, xak û jinê û aliyên hevpar ên bi Tevgera Jinê ya Kurd re axivî.

Di rûpela Jineolojiyê de jî çavdêriya li ser kampa Jineolojiyê ya sêyemîn a li Fransayê hate weşandin.

NARÎN Û POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET

Di rûpelên Kurdî de ji nivîskarên rojnameyê Roza Metîna têkildarî kuştina Narîn û polîtîkayên şerê taybet ên dewletê bi Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça re axivî. Ceylan Akça diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bi armanca rizandina civakî têne meşandin û got, “Dewlet dixwaze bi vê rêyê civakê asîmîle bike, refleksên civakî lawaz bike.”

Bêrîtan Zagros jî di gotara xwe ya bi sernavê “Mutabaqata bi ser bikeve-winda bike” ya navbera Iraq-Tirkiye û PDK’ê nirxand.

HEVPEYVÎNA BI HEVSEROKA PJAK’Ê RE

Rojnameyê cih da hevpeyvîna bi Hevseroka PJAK’ê Viyan Peyman re. Peyman di salvegera duyemîn a serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li ser berxwedan û têkoşîna jinê ya li Îranê û Rojhilat, êrîşên dewleta Îranê, guherîna civakî ya KJAR’ê û rola jinê ya di têkoşînê de peyamên girîng da.

JI JAPONYA Û EFGANISTANÊ PORTREYÊN JINÊ

Di rûpelên portreyê de Fîdan Yildirim qala Fusae Ichikawa kir ku li Japonyayê ji bo mafê dengdanê, kar û perwerdeyê yê jinê têkoşiya. Berjîn Têkoşer jî qala du helbestvanên jin ên li Efganistanê Mexfî Bedexşî û Mehcube Herevî kir.

Têkildarî Ayşe Tuci (Mizgîn Zerya) ku 20’ê Tebaxa 2020’î şehîd bû û Berjîn Canda ku 7’ê Nîsana 2024’an şehîd bû nivîsên bîranînê li rojnameyê hatin weşandin.

Rojname li ser navnîşana înternetê ya newayajin.net dikare bê peydakirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ba bi xwedê wê xîyanet sernekeve!
Nûçeya Pişt re Yên ku bi destê PDK’ê şehîd bûn -VII: Şehîd Hacî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di meha Nîsanê de 32 jin hatin kuştin, 13 jin bi gumanbarî mirin

Li gorî rapora meha Nîsanê ya KCDP'ê 32 jin bi destê mêran hatin kuştin, 13…

Ji aliyê Stêrk TV

Zêdeyî 3 hezar û 300 bombe mehekê li Efrîn-Şehbayê hatin barandin

Hêzên parastinê yên Kantona Efrîn-Şehbayê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker zêdeyî 3 hezar û…

Ji aliyê Stêrk TV

10 kesên ji ber parvekirina wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin, hatin binçavkirin

Li Kocaeliyê hevserokên DEM Partî yên navçeyê jî di nav de 10 kes ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MKP’ê sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?