Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeyên Avcilar, Sultanbeylî û Arnavutkoy ên Stenbolê bi daxuyaniyên hevpar hatin protestokirin.
ARNAVUTKOY
Rêxistina DEM Partî ya Arnavutkoyê xwest li ber avahiya navçeyê daxuyanî bide, lê ji aliyê polîsên Tirk ve hat asteng kirin. Daxuyanî ji ber astengiyan li hundirê avahiyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên, “Ji şer re na” û “Rojava ne bi tenê ye” hatin berzkirin û ji rêveberiya rêxsitina DEM Partî ya Stenbolê Sedat Dogan daxuyanî da.
Dogan destnîşan kir ku di êrîşên dewleta Tirk ên ji 24’ê Cotmehê ve li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zarok jî di nav de gelek sivîl hatine qetilkirin û gelek sivîl jî birîndar bûne û wiha got: “Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) zarok jî di nav de 27 kes jiyana xwe ji dest dane, nêzî 40 kes birîndar bûne û zirar gihiştiye cihên sivîlan. Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku di van êrîşan nemirovî de jiyana xwe ji dest dane de dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. “
Dogan destnîşan kir ku bi bombebarankirina qadên jiyanê ya gelê Kurd çareseriya pirsgirêka Kurd nayê çareser kirin û diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên navborî bêdeng nemînin.
SULTANBEYLÎ
Li navçeya Sultanbeyliyê li avahiya rêxistina DEM Partî ya Sultanbeyliyê daxuyanî hate dayîn. Gelek endamên partiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji sûcê li dijî mirovahiyê ya li Rojava re na” hate hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DEM Partî ya Sultanbeyliyê Hacî Erbak ve hate dayîn.
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Ji şer re na, demildest aştî”, “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.
AVCILAR
Li navçeya Avicilarê jî li avahiya Rêxistina Dem Partî ya Avcilarê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk hatin protesto kirin û bang li raya giştî hate kirin ku li dijî êrîşan helwesteke hevpar bigirin.