Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partî wê sibe biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê rewşa xizaniyê ya jinan: Gihîştina tendurustî, xurek û mafên bingehîn tune ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya navneteweyî hat protestokirin
Rojava

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya navneteweyî hat protestokirin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo hate protestokirin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê têkoşîn bidome.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo hate protestokirin.

QAMIŞLO

 

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, bi diruşmeya “Emê Roja Reş Bikin Roja Azadiya Rêber Apo” mîtîngek hate lidarxistin.

Bi deh hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê li Stadyuma 12 Adarê hatin ba hev û mitîngeke girseyî lidarxistin.

Beriya mitîngê meşeke girseyî hate lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêber Apo, pankartên “Ramanên Serok Apo dêriyê aştiya cihanê û Rojhilata Navîn e”, “Bi Rihê Berxwedana Apoyî, Em ê Komployê Têk Bibin” hatibûn hildan û dirûşmeyên “Na Ji Komplogeran Re”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berz kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan, dengê Rêber Apo ku hatibû amadekirin hat guhdarkirin.

‘BI XURTKIRINA BERXWEDANÊ EM Ê RÊBER APO RIZGAR BIKIN’

Piştre jî Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif,  roja reş şermezar kir û got, “Dewleta Tirk a dagirker bi rêya vê komployê re xwest ku gelê Kurd bê îrade bihêlin û wan tune bikin. Lê  ev roj bû roja berxwedaniya me ya li hember dijmin û me ji wê rojê ve soza têkoşînê da. Dewleta Tirk dixwaze bi komkujiyan û xwînrijandinê Kurdan tune bike, lê berxwedana me li dijî her cure êrîş, bersiva herî bi bandor e. Em ê serketinê bi dest bixin. Em ji vê qadê bang dikin, divê dewleta Tirk êdî dev ji siyaseta xwe ya qirêj a li hemberî gelê me berde. Pêwîst e çareseriyeke siyasî bê pêkanîn. Azadî bi xwînrijandinê nayê bi destxistin. Ez dixwazim vê yekê ji gelê me yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bibêjim: Çiqas em berxwedaniya xwe bi hêz bikin, em ê ewqas nêzî armanca xwe bibin. Em ê ti carî jiyanek bêwelat nepejrînin. Em ê dijmin têk bibin û Rêberê xwe rizgar bikin.”

‘RÊBER APO HÊZ Û ÎRADE DA TEVAHIYA NETEWAN’

Serokê Meclîsa Qebîleya Tey û Endamê Meclîsa Rûsipiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Ferhan, jî wiha axivî: “Em îro bi saya Rêber Abullah Ocalan hene. Rêber Apo hêz û îrade da tevahî netewan. Rêber Apo ji bo me ne tenê Serokê Gelê Kurd e, serokê tevahiya mirovahiyê û aştiyê ye. Rêber Apo em hemû anîn ba hev û kir yek da ku xaka xwe biparêzin. Em ê roja reş veguherînin roja serxwebûnê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan.”

         

        

DÊRIK

 

Înîsiyatîfa Gel a Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Dêrikê bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15’ê Sibatê, bi dirûşmeya “Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo” li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger mitîngek lidar xist. 

Di mitînga ku bi hezaran kes beşdar bûn de, wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe” û “Azadiya Ocalan azadiya gelên herêmê ye” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Wefa Elî axivî û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd û gelên cîhanê ya li dijî Komploya Navneteweyî wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidome.

Wefa Elî, da zanîn ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe û diyar kir ku ew ê bi têkoşîna xwe Rêber Apo azad bikin, civaka demokratîk a azad ava bikin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî di mitîngê de axivî û wiha got: “Em ji vir silavên xwe yên şoreşgerî ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Berxwedanê hemû komployên li dijî doza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têk birin. Helwesta gel û beşdarbûna pêngavên ji bo azadiya Rêbertî hatine destpêkirin, ji civaka navneteweyî re peyameke zelal bû. Pêkhateyên herêmê yekîtiya xwe pêk anîne û mafên xwe yên rewa dixwazin. Van gelan pêşeroja xwe di fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de dîtine û heta azadiya Rêbertî pêk bê ev gel wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Rêber Abdullah Ocalan bîrewer û fîlozofek e. Beriya her tiştî mirovekî aştîxwaz e, hêza wî heye ku gelek pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.”

Mitîng bi berzkirina dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

         

        

TEBQA

 

Bi hezaran şêniyên kantona Tebqayê bi hemû pêkhateyên xwe, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan, kesayetên olî, rêxistinên civakî û koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî (15 Sibat) ya li dijî Rêber Apo meşek lidar xist.

Girseya gel bi hildana wêneyên Rêber Apo û vekirina pankartên “Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo û azadiya gelên têkoşer” li pêşiya Sûka Taxa Ewil dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên “Gel azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwaze” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.

Piştî mesa ku heta Çerxerêya El Hadirî ya li taxa Duyemîn (El Sanî) dom kir, mîtîngek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Tebqayê Riyad El Walî axivî.

Riyad El Walî got: “Vaya gelê Firatê derketine da ku bi yek dengî bêje: Na ji dagirkeriya Tirk re û na ji Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re.”

El Walî anî ziman ku gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Spriyeyê dê heya rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin.

Mîtîng bi gerandina dîlanê û berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

REQA

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Wan Kurdistan e, berxwedan berxwedana azadiya Kurdistanê ye
Nûçeya Pişt re Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî darbeya qeyûm da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk a dagirker li Batîfayê bombe li 2 wesayitan barand

SÎHA’ya dewleta Tirk a dagirker, li gundê Avê yê bajarokê bajarokê Batîfayê, bombe li du…

Ji aliyê Stêrk TV

Taziye û mewlûd bi girseyî hatin ziyaretkirin

Taziyeyên ku ji bo gerîla Şahabedîn Kandemîr, Mehmet Emîn Akinci û Omer Turk û mewlûda…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 11’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Kobanê: Çawa ku komploya yekemîn hatibe vala derxitin, dê ev jî were vala derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî: Me karî dengê xwe bigihînin ker kesî, ji bo peymanan mîsogeriya navnetweyî dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gel li dijî hewldanên têkbirina ewlehiya Rojava amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?