Berdevkê dîplomatîk ê Îranê Îsmaîl Bakeyî daxuyanî da çapemeniyê û got, “Ji bo xerakirina pêvajoya dîplomatîk, koalîsyonek tê avakirin.”
Bakeyî işaret bi Îsraîlê kir û ev tişt got, “Rejîma siyonîst di navenda vê tevgerê de ye.”
ARAKÇI DIÇE ÇÎNÊ
Li gorî daxuyaniya ku roja Duşemê ji aliyê Tehranê ve hate dayin, beriya hevdîtinên ku wê di nava çend rojên pêşiya me de di navbera Îran û DYE’yê de bên kirin, wê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi roja Sêşemê biçe Çînê.
Tê payîn ku Abbas Arakçi roja Şemiyê bi navbeynkariya Ummanê bi nûnerê Rojhilata Navîn ê DYE’yê Steve Witkoff re dest bi tûreke nû ya hevdîtinan bike.
Berdevkê dîplomasiyê yê Îranê Bakeyî got, “Wezîrê Karên Derve wê sibe (Sêşem) biçe Çînê.” Berdevk agahiyên berfirehtir nedan.
HEVKARÊ BAZIRGANIYÊ YÊ HERÎ MEZIN Ê ÎRANÊ
Arakçi herî dawî di meha Kanûnê de çûbû Çînê. Çîn hevkarê bazirganiyê yê herî mezin ê Îranê ye û yek ji muşteriyên wê yê sereke yê petrolê ye.