Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbata wî sê kes li benda ‘mafê hêviyê’ ye: Bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Huner serpêhatiya me ya herî bedew e -2-
Gotar

Huner serpêhatiya me ya herî bedew e -2-

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin
  • Şehîd Hozan Mizgîn, hozana têkoşîna gelê xwe xwedî hilbijardin û helwêstê bû. Di heman demê de xwedî xîretê jî. Di pêvajoyên herî dijwar, ji agir û sotîner de bi derketina xwe ya rêya azadiyê, bi serê xwe di wateya şoreşê de bû.

Hozan Mizgîn

Di nivîsa hefteya borî de, bi xetên giştî hewildana serencama herî bedew a hunerê weke serdêr derketin pêş. Herî dawî jî bi hevoka; ‘Kesê avakarê hunerê jî, mijara nivîsa hefteya bê ye’ qediya bû. Ji ber ku ev serpêhatiya herî bedew, bêyî avakar, kirde û xwediyên vê serpêhatiyê, ne gengaze ku pêk were. Huner bi hunermend xwedî xeyal, bedewî, lihevhatî û ji dem û mekan derbas dike. Hunermend li ser vê serpêhatiyê zêde dike û ferqa xwe ya binyadî ya dîtin û xuliqdariyê pêk tîne. Hunermend xwedî rêwîtiyeke herî cuda û xwirt e. Rêwitiyeke ku wate li jiyanê bar dike. 

Ji ber vê ye ku hunermend, di her dem û cîh de xwedî gotineke xwe ya sînornenas e. Nasnameya hunermend raserî tevahî nasnameya ye. Ji ber ku hunermendî bi xuliqdariyê hatiye xelatkirin. Loma xwedî gotina herî bandorkere û herî watedare. Xwedî hilbijardinekê ye û li gorî wê jî bi helwêst, nêzî dilê mirovan dibe. Hilbijarde û helwêsta hunermend, vê serpêhatiya herî bedew dixemilîne. Helbet her hilbijarde li gorî xwe, bi rengê xwe û bi zimanê xwe ye. Hilbijardeyên li gorî jiyan, civak, exlaq, wicdan û hêviyê jî hene, her wiha hilbijardeyên li gorî serdest, dij jiyan û civakê jî hene. Ev hilbijarde zelal, xwerû û diyarkere. Rastiyeke wisa ku bê hilbijarde mayîn nîne, ev yek jî di xizmeta aliyekê de ye ji ber ku. Hunermend bi qasî hilbijardina xwe ya nêzî heqîqetê û wateyê bi hêz e, bi Xwebûne û diyarkerê çarenûsê ye.

Mînaka herî bedew a vê rastiyê, di kesayetên gelek hunermendên ku di têkoşîna gelê Kurd a azadîxwaz de xwe nîşan dide. Rêbaza hunerê ji serî ve rêbaza herî diyar û bandorker bû. Û hunermendên vê rêbazê her tim xwedî hilbijardin û helwêstê bûn. Pêşengê vê yekê jî Şehîd Hozan Mizgîn e. Hozana têkoşîna gelê xwe xwedî hilbijardin û helwêstê bû. Di heman demê de xwedî xîretê jî. Di pêvajoyên herî dijwar, ji agir û sotîner de bi derketina xwe ya rêya azadiyê, bi serê xwe di wateya şoreşê de bû. Perwerdeyên hebûnî yên hişmendî û leşkerî wate li ser wateyê bar dikir. Lê rêwitiyeke din a vê têkoşîna bêhempa de Hozan Mizgîn bi hunera ku rê û aso ji azadiyê re vedikir pêk anî. Xîreta azadiyê di hunera wê de vejîneke nû bi xwe re dianî. Ew jina çeleng a yekeman bû. Ji gundê xwe derket û berê xwe da welatê xwe yê qedîm, ji welatê xwe jî bere xwe da Ewrûpayê û li wir bi deng û evîna xwe di navbera welêt û Ewrûpa de bû pirdeke herî qewî ya hezkirin û hêviyê. Bi stranên wê hawara xwe gihande gundiyên welêt, li qeraxa Çemê Hêzil êşa hevalên xwe niqûtand tevahî dilên Kurdistaniyan, qada Newrozan bi strana xwe kir qada berxwedanê û gelek wateyên din jî. Bi jinan re hêz û hebûna jinê ava kir. Dema pêwist kir, bê fikar û guman li qadên herî dijwar ên şer de di asta herî bilind de şervantî û fermandariyê pêk anî. Heta roja 11ê Gulana sala 1993 ku tevlî karwanên nemirên welêt bû, ji kirina ya pêwist xwe neda alî. 

Bû remza hilbijardin, helwêst û xîreta hunermendên li ser rêya azadî, heqîqet û bedewiyê. Ji ber wê roja 11ê Gulanê weke roja tevahî şehîdên çand û hunerê tê bibîranîn. Di kesayeta Şehîd Mizgîn de bibîranîna tevahî hunermendên ax û jiyan û civaka bi rûmet bibîr tînin. Serpêhatiya wan a herî bedew dîroka me ya hunermendane ye. Ji bo hunermendan pîvana hilbijardin, helwêst û xîretê ne. 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fermandara min a destpêkê
Nûçeya Pişt re Encama danezanê ya PKK’ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK’ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Zeki Bayhan: Entegrasyona demokratîk, rêya civaka demokratîk e

Zeki Bayhan, ku di sekreteriya Rêber Apo de cih digire, destnîşan kir ku entegrasyona demokratîk,…

Ji aliyê Stêrk TV

Cemîl Bayik: Eger careke din bême dinyayê ez ê dîsa jî Rêber Apo ji xwe re bikim esas

Cemîl Bayik anî ziman ku bi qasî coş û kelecana ji damezrandina PKK'ê, di biryara…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo şervanê YPG’ê Yildiz konê sersaxiyê hate danîn

Bi rengekî girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG’ê Nîmet Yildiz hatî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?