Wezîr Chung Dong-young anî ziman ku bi vê rêjeyê “Bi dehan çekênn nukleerî dikare bêne çêkirin.”
Li gorî raporên îstîxbaratê Pyongyangê di ser rêjeya ji sedî 90’î re ûranyûm dewlemend kiriye û li çar navendên cuda santrîfuj xebitandiye.
Di hilberîna enerjiya nukleerê de bi rêjeya ji sedî 3-5 ûranyûma dewlemendkirî tê bikaranîn, di asta ji sedî 90’î de ûranyûm bi giranî ji bo armancên leşkerî di çêkirina bombeyê de tê bikaranîn.
Ji bo nîşandana vê astê jî weke mînak; Îran beriya şerê bi Îsraîlê re xwedî 400 kg stoka ûranyûmê (Ji sedî 60 dewlemendkirî) bû.
Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un vê hefteyê diyar kir ku ew amade ye bi DYE’yê re hevdîtinan bikin, lê belê di parastina cebilxaneya nukleerê de bi biryar in.
Pyonogyangê sal 2006’an ceribandina xwe ya destpêkê ya nukleerê kiribû û li gel ku bi salan e pêkanînên Neteweyên Yekbûyî li ser heye, di serî de li Yongbyonê di navendên cuda karê dewlemendkirina ûranyûmê dewam kiribû.