Sêşem, 30 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Pawe şer: 2 Muxafizên Şoreşê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emînoglû: Krîza civakî û aborî ciwanan ber bi sûc ve dehf dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tûncel: Hêza rêxistinbûyî ya Kurdan wê pêvajoyê diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê Denîz Goktaş de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji bo gundên Zaxoyê hin ‘qedexe’ anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xwedawenda jiyanê: Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Niştimanperwer ên Kurdistanê berpirsyariya çalakiya li Paweyê li xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Kûrt piştî 11 salan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Bûyîna hevrêyên Zîlan rûmeteke mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Em ê her tim li ser şopa şehîd Zîlan bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zîlan manîfesto ye, banga ji bo azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de giliyê 108 wezîfedarên emniyetê hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyeke jinan a ji Rojava li Başûrê Kurdistanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Zîlan a 21’emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qirkirina jinê bi destê mîlîtarîzmê tê rewakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hem zirar dan rûviyên girtiyê nexweş hem jî di lênêrîna awarte de bi kelepçeyê girtin!
Rojane

Hem zirar dan rûviyên girtiyê nexweş hem jî di lênêrîna awarte de bi kelepçeyê girtin!

Serdar Akay ê kurê Latîf Akay ê li Nexweşxaneya Êlihê di beşa girtiyan de tê girtin, diyar kir ku rewşa bavê wî her diçe xirabtir dibe û got: ‘’Bavê min li pêş çavên min dihele. Hem zirar dan rûviyên wî hem jî di lênêrîna awarte de bi kelepçeyê girtin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Îlon 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Tevî ku di pirsgirêka Kurd de yek ji daxwaza sereketirîn ya têkildarî çareseriya demokratîk tehliyekirina girtiyên nexweş e jî, girêdayî vê mijarê pêngavek jî nayê avêtin û tehde bi israr tê domandin.

Tehdeya ku ji aliyê girtîgeh, Saziya Tiba Edlî (ATK) û nexweşxaneyan li girtiyê nexweş Latîf Akay ê 65 salî tê kirin, nêzîkatiya dijminane ya li dijî girtiyên nexweş a li Tirkiyeyê nîşan dide. 

Akay ê tevî ku gelek nexweşiyên wî hatine tespîtkirin jî ji ber rapora ATK’ê ya dibêje ku ‘’dikare li girtîgehê bimîne’’ hîn jî girtî ye. Rewşa wî ya tenduristiyê giran dibe û ew rakirine nexweşxaneyê, di lênêrîna awarte de bi êşkenceya kelepçeyê re rû bi rû ma û di emeliyata gurçikstandinê de zirar dan rûviyên wî jî.

Serdar Akay ê ku zêdetirî mehekê ye li serwîsa girtiyan li cem bavê xwe dimîne û li wî dinêre, ji ANF’ê re axivî. Akay, anî ziman ku divê tavilê înfaza bavê wî ya meh û nîvan were sekinandin û li derve tedawiya wî were kirin.

‘BI ÎFADEYÊN ÎTIRAFKARAN ÊN NE RAST HATE GIRTIN, LI GIRTIGEHÊ NEXWEŞ KET’

Serdar Akay di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku bavê wî Latîf Akay ê li Gundê Gelîkûr ê navçeya Kerboran a Mêrdînê dijî û lê çandinî û sewalkarî dikir, di sala 2019’an de bi îfadeyên nerast ên du îtirafkaran hatiye binçavkirin û girtin. Serdar Akay diyar kir ku tevî di dosyaya bavê wî de ji bilî îfadeyên derewîn tu îdîayên şênber tune ne jî li bavê wî bi hinceta ‘’endamtiya rêxistinê’’ 8 sal 9 meh ceza hatiye birîn.

Serdar Akay destnîşan kir ku dema bavê wî hate girtin bes ji ber qezaya trafîkê di navtenga wî ya li aliyê çepê de platîn hebûye û li ser gurçikên wî kevir hebûne û ji bilî van yekan tu nexweşiyên wî nebûne û ev yek anîn ziman: ‘’Tenduristiya bavê min li girtîgehê xirab bû. Piştî ku 3 salan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hate girtin ji bo Girtîgeha Tîpa T a Beşîriyê ya Êlihê hate sirgûnkirin. Di nava 7 salên li girtîgehê de gelek nexweşiyên wî çêbûn. Nexweşiya wî ya gurçikan giran bû, bi nexweşiyên katarakt, prostat û diyabetê ket, li ser cergê wî birîn derketin û girêdayî vê yekê bi nexweşiya astimê jî ket. Li Nexweşxaneya Beşîrî ya Êlihê çoka wî ya çepê şikest lê belê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tedawiya wî nehate kirin.’’

‘ATK’Ê CIH NEDA GELEK NEXWEŞIYÊN BAVÊ MIN Û BIRYAR DA KU DIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE’

Serdar Akay diyar kir ku bavê wî ji 11’emîn Desteya Pisporiyê ya ATK’ê re hatiye sewqkirin lê belê saziya berbehs cih nedaye gelek nexweşiyên bavê wî û anî ziman ku di encama muayeneyê de hatiye tespîtkirin ku li ser gurçika wî ya li aliyê çepê kevir hebûne, li gel nexweşiya kataraktê hestiyê stûyê wî jî şikestiye û destnîşan kir ku tevî van nexweşiyan hemûyan jî biryar hatiye dayîn ku ‘li gel kontrolên polînîkan ên birêkûpêk ew dikare li girtîgehê bimîne.’ Akay anî ziman ku piştî vê raporê dubare bavê wî birine girtîgehê û rewşa wî ya tenduristiyê xirabtir bûye û ragihand ku ji ber ku li girtîgehê tedawiya wî 4 mehan nehatiye kirin enfeksiyona li ser gurçikên wî belav bûye.

‘EM BI ZIMANÊ BIJÎŞKÊN LI NEXWEŞXANEYA ÊLIHÊ YÊ TINAZOKÎ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’

Serdar Akay di dewama axaftina xwe de diyar kir ku bavê wî di 12’ê Tebaxa 2025’an de li beşa girtiyan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hatiye razandin û anî ziman ku ew li vir bi helwesta bijîşkan a necidî û tinazokî re rû bi rû mane û got: ‘’Ez û mamê xwe bi dorê li cem bavê min dimînin û li wî dinêrin. Dema ku em dixwazin têkildarî rewşa bavê min ji bijîjkan agahiyan werbigirin, em bi zimanê wan ê tinazokî re rû bi rû dimînin. Bi rêk û pêk pêre eleqedar nabin û lê nanêrin. Heya serûmê jî ez diguherînim. Jixwe nikare bi tena serê xwe bijî. Di vê pêvajoyê de 25 kîlo dan.’’

‘DERKET HOLÊ KU DI EMELIYATÊ DE RÛVIYÊN WÎ BIRÎNE!’

Serdar Akay diyar kir tevî ku bavê wî du caran hatiye emeliyetkirin û nikare bimeşe jî, di lênêrîna awarte de tê kelepçekirin û ev yek anîn ziman: ‘’Bavê min du caran emeliyat kirin. Di emeliyata yekem de gurçikek wî standin. Emeliyatê 6 saetan berdewam kir. Diviyabû emeliyatê bi awayekî vekirî bikin lê belê ji ber ku bi awayekî girtî kirin, xwînîbûn çêbû. Li ser vê yekê zirar jî dan rûviyên wî. Heya 10 rojan jî têkildarî van yekan tu agahî nedan me. Dema ku hemû laşê werimî rontgen hate kişandin û li ser rontgenê hate dîtin ku di emeliyatê de rûviyên wî hatine birîn û ew dubare emeliyat kirin. Piştî her du emeliyatan jî ew birin serwîsa lênêrîna awarte. Tevî nedikarî bimeşe jî ew kelepçe kirin. Dema ku ez çûm li cem wî, min dît ku destê wî bi cihê wî ve hatiye kelepçekirin. Kiryareke bi vî rengî nayê qebûlkirin.’’

‘JI BO KU JI SERBESTIYA DI BIN KONTROLÊ DE SÛD WERNEGIRE TIFINGA NÊÇÎRÊ WEKE DEMANÇEYÊ NÎŞAN DAN’

Akay, da zanîn ku bavê wî roj bi roj li ber çavên wan dihele û got ku rewşa tenduristiya wî li zindanê hîn xirabtir dibe. Akay, da zanîn ku ji ber krîstalên guhê wî yên ji cihê xwe derketine, sergêjbûna wî zêdetir bûye.

Akay, diyar kir ku ji ber îtîrafên derewîn heft salên jiyana bavê wî hatine dizîn û got, ji bo ku ji cezayê berdana bi şert sûd wernegire tifinga nêçîrê di dosyaya wî de wekî çek hatiye nîşandan û salek cezayê wî hatiye dirêjkirin. Akay, da zanîn ku bavê wî dê piştî du mehan careke din ji cezayê berdana bi şert sûd werbigire û got, “Ji bo me her rojek ji roja din bi qîmetir e. Ger dermankirina wî li derve bihata kirin, ew ê îro di vê rewşê de nebûya. Rewşa wî her roj girantir dibe û nikare ser piyan bisekine. Serê wî gêj dibe û mîdeyê wî li hev dikeve. Ji ber gelek kîlo winda kiriye, platîna di kemxên wî de zirarê dide canê wî. Bi berdewamî girtina kesekî di van şert û mercan de dijminatî ye.”

‘EW HER DEM BÛN HEDEF Û MEXDÛRÊ DEWLETÊ!’

Akay, da xuyakirin ku bavê wî piştî darbeya 12’ê Îlonê cara ewil di sala 1985’an de hatiye girtin û li girtîgeha Amedê 2 sal hate ragirtin û êşkencekirin. Akay, diyar kir ku di salên 1990’î de dîsa hatiye binçavkirin û li navenda Cendirmeyan a Kerboranê rastî êşkenceyên giran hatiye. Akay, da zanîn ku herî dawî di sala 2019’an de dîsa bi awayekî neqanûnî hatiye girtin û got, “Bavê min her tim bûye hedef û mexdûrê dewletê.”

‘DIVÊ EV TEHDE Û ÊŞKENCE BI DAWÎ BIBE’

Akay, diyar kir ku wan ji bo rawestandina înfazê serî li gelek saziyan dane, lê bersivên neyînî wergirtine û got ku tenê Wezareta Edaletê gotiye dê rewşê li ber çavan re derbas bikin. Akay, diyar kir ku cezayê bavê wî hindik maye û got, “Ji xwe diviyabû bavê min bihata berdan. Bijîjk dema ku girtî dibînin bi awayekî cûda tevdigerin û ji ber vê li ser dermankirina wan nasekinin. Bavê min bê sedem tê êşkencekirin. Bavê min, dizî nekiriye, çev bernedaye rizqê ti kesî, zarokan bi tiryakê jehrî nekiriye û li kesî nexistiye. Divê ev êşkence bi dawî bibe, înfaza wî ji bo du mehên mayî were rawestandin û divê ew mafê xwe yê dermankirina bijîjkî bi dest bixe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê li Dêrazorê şaneya DAÎŞ’ê têk bir, serçete girt
Nûçeya Pişt re Çandar: Komîsyon divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, ‘mafê hêviyê’ pêk were
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HBDH: Hevrê Baran Serhat wê di têkoşîna me de her bijî

HBDH’ê endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê û Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê Baran Serhat di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrazorê êrîş: Endamekî Hêzên Ewlekariyê şehîd bû û 2 jî birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku di êrîşeke çekdarî ya li ser nuqteyeke kontrolê li Dêrazorê…

Ji aliyê Stêrk TV

Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê: Em ê biherikin qadan

Piştî Amedê HDK, DEM Partî û TJA'yê deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê eşkere kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Pawe şer: 2 Muxafizên Şoreşê hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Emînoglû: Krîza civakî û aborî ciwanan ber bi sûc ve dehf dide

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sebahat Tûncel: Hêza rêxistinbûyî ya Kurdan wê pêvajoyê diyar bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?