Sêşem, 30 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Emînoglû: Krîza civakî û aborî ciwanan ber bi sûc ve dehf dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tûncel: Hêza rêxistinbûyî ya Kurdan wê pêvajoyê diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê Denîz Goktaş de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji bo gundên Zaxoyê hin ‘qedexe’ anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Zîlan manîfesto ye, banga ji bo azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî Şaredariya Farqînê êrîş: Li dijî komên çetewarî pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya nobedê ya Mexmûrê de şehîd Zîlan hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Asmîn: Armanca şehîd Zîlan jiyanek bi wate û azad bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de giliyê 108 wezîfedarên emniyetê hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyeke jinan a ji Rojava li Başûrê Kurdistanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Zîlan a 21’emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qirkirina jinê bi destê mîlîtarîzmê tê rewakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Temellî: Bi muzakerevanê sereke re divê zemîna muzakereyê bê afirandin
Rojane

Temellî: Bi muzakerevanê sereke re divê zemîna muzakereyê bê afirandin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî destnîşan kir ku hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re wê ji bo pêvajoyê gava herî diyarker be û got, "Bi muzakerevanê sereke re divê tavilê zemîna muzakereyê bê afirandin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî têkildarî bûyerên di rojevê de ne li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist. Temellî bal kişand ser girîngiya vekirina Meclîsê ya 1’ê Cotmehê û dema nû ya qanûndanînê û destnîşan kir ku dema qanûndanînê ya nû divê ji demên beriya niha cudatir be.

Temellî got, “Me bi hev re bûyerên gelekî girîng ên dîroka siyasî ya Tirkiyeyê dît. Par di 1’ê Cotmehê de destê ku Birêz Devlet Bahçelî dirêj kir, em hemû vexwend ser zemînekê ku divê di dema pêş de Meclîs bi çi rengî bixebite. Me bi qîmet û girîngiya vî destî zanîbû û bi baweriya ku divê siyaseta sûdê ji şer werdigire êdî biqede me ew dest qebûl kir û em bi înîsiyatîf rabûn. Pêşketineke din a hîn girîng di 27’ê Sibatê de pêk hat. Birêz Abdullah Ocalan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk weşand. Ev kêliyeke dîrokî û gelekî girîng bû. Vê yekê rêgeha dîrokê guhert. Ji aliyê siyaseta Tirkiyeyê ve pêşketineke din a girîng jî kongreya PKK’ê bû û di vê kongreyê de PKK xwedî li vê manîfestoyê derket, ji bo bicihanîna pêwîstiyên vê manîfestoyê gaveke girîng avêt. Piştre jî bi merasîma şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê re gaveke dîrokî hate avêtin. Li gel vê yekê komîsyonek ava bû û bi 5’ê Tebaxê re komîsyonê dest bi karê xwe kir.”

‘TÊKILDARÎ ÇARESERIYÊ DIVÊ TEQEZ GAV BÊNE AVÊTIN’

Sezaî Temellî ji bo gotinên ‘Aştî’ û civaka demokratîk’ ku Rêber Apo di bang û manîfestoya xwe de destnîşan kir got, “Aştî û civaka demokratîk daxwaza hevgirtinê ye” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Di esasê van herdu nêzîkatiyan de, yanî nêzîkatiya aştî û demokrasiyê de çareseriya demokratîk a meseleya Kurd heye. Di vê sala qanûndanînê de divê ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd teqez gav bêne avêtin.

Komîsyonê li gel kêmasiyên xwe gavên girîng avêt. Li gelek derdorên berfireh guhdarî kir ku di nava vî karî de ye. Hîn gelek derdor hene ku divê lê guhdarî bike. Xwezî karîbûya xwe bigihîne her devera Tirkiyeyê. Lê belê weke rêbaz eger ev yek bi rêya komîsyonên jêrîn bikira, wê hîn bi bandor bûya. Karê ku hate kirin jî tabloyeke gelekî girîng bi xwe re anî. Ew tablo çi ye; hemû derdorên hatin komîsyonê xwedî nêrînên cuda jî bin, têkildarî meseleyê xwedî nêzîkatiyên cuda jî bin li cihekî gihîştin hev. Lihevkirinek çêbû. Ew jî; divê meseleya Kurd bi rengekî demokratîk bê çareserkirin.”

‘QANÛNÊN TÊNE HÊVÎKIRIN DIVÊ BÊNE DERXISTIN’

Temellî destnîşan kir ku ji bo sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bi cih bêne anîn divê Meclîs vê demê baş bi kar bîne û got, “Bêyî ku dereng bikeve, di dema herî kurt de çi ‘qanûna çareseriyê’, çi ‘qanûna pêvajoya derbasbûnê’, çi jî ‘qanûnên entegrasyona demokratîk’ divê qanûnên têne hêvîkirin hemû bêne derbaskirin.”

‘JI BO HEVDÎTINA BI ABDULLAH OCALAN RE DIVÊ ZEMÎN BÊ AFIRANDIN’

Sezaî Temellî anî ziman ku di vê sala qanûndanînê de, di nava 3 salên pêş de divê guhertinên hiqûqî bêne kirin, garantiya hiqûqî ji bo mirovên çek danîne bê afirandin, mafên siyasî bêne dayin, mexdûriyeta dema şer ji holê bê rakirin û got, “Li aliyê din divê li Qanûna Înfazê sererastkirin bêne kirin, dawî li girtîhiştina girtiyên siyasî bê anîn, di serî de hevserokên me Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hemû girtiyên siyasî tavilê bêne berdan. Ev yek daxwaza me ya sereke ye. Di bingeha van hemûyan de jî muxatabiya herî girîng bêguman li Îmraliyê ye. Divê neyê jibîrkirin ku aktorê sereke, muzakerevanê sereke Birêz Ocalan e, rola wî ya di vê pêvajoyê de neyê jibîrkirin, muxatabiya wî tavilê bê misogerkirin. Ev yek wê pêvajoyê bi lez bi pêş ve bibe.

BI MUZAKEREVANÊ SEREKE RE DIVÊ TAVILÊ ZEMÎNA MUZAKEREYÊ BÊ AFIRANDIN

Me di komîsyonê de bi israr ev yek anîn ziman. Me got, hevdîtina bi Îmraliyê re hevdîtina bi Îmraliyê re ji bo vê pêvajoyê ya herî krîtîk e. Divê em vê pêk bînin. Lê belê hîn komîsyonê ev nexistiye rojeva xwe. Em xwe ji vê yekê nedin alî. Ya rast ev yek ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku me heta niha qalê dikir wê bibe gava herî xurt. Bi vê înîsiyatîfê rabin, bi wêrekî tevbigerin. Xwe ji wê zîhniyetê rizgar bikin ku xwe li polîtîkayên ewlekariyê digire û Meclîs xistiye bin sîstemeke wasiyetê. Bi polîtîkayên ewlekarîperestiyê pêşketin nabe. Bi polîtîkayên rantê yên sermayeyê gav nayê avêtin. Bi muzakerevanê sereke re tavilê zemîna muzakereyê divê bê afirandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Şamê rêya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê birîn
Nûçeya Pişt re Sînorê xizaniyê 91 hezar lîre derbas kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa Qamişloyê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di encama hedefgirtina wesayîtekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredarê Guzelbaxçeyê hate girtin

Şaredarê Guzelbaxçeyê û Midûrê Avahîsazî û Bajarsaziyê Ozgur Bayraktar hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV

‘Têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê deng vedaye’

Di konferansa li Stenbolê de rûniştina yekem destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Emînoglû: Krîza civakî û aborî ciwanan ber bi sûc ve dehf dide

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sebahat Tûncel: Hêza rêxistinbûyî ya Kurdan wê pêvajoyê diyar bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Derbarê Denîz Goktaş de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?