Çarşem, 21 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê mafên Kurdan bêne misogerkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demirel: Dema ku li Rojava şer bidome, li Tirkiyeyê aştî ne pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEV 21’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partî û DBP’ê wê biçin Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê gel ji barîkatên polîsan derbas bûn û ji bo Rojava meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Qamişloyê li dijî êrîşan nobet dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubad Talabanî: misogeriya me ya esasî hevgirtina Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîneya Antî Teror a Silêmaniyeyê gihîşt Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li ser Rojava li bajarên Serhendê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesûd Barzanî: Em qebûl nakin ku zererê bidin xwişk û birayên me yên li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste mafên Kurdan bi destûra bingehîn werin mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK-HPJ: Em amade ne ku tevlî şer û berxwedana Rojava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • LEZGÎN
Nûçeyên Lezgîn
ROJEV 21’Ê ÇILEYA 2026’AN
QSD û YPJˊê derbên giran li konvoya çeteyan ku xwestin ber bi Kobanê re werin dan
Li Holê pevçûn hene: Heta niha 4 çete hatin kuştin
Çeteyan bi çekên giran gundê Til Barod ê li ser rêya Spî topbaran dikin
HTŞ’ê agirbestê binpê kir: Zirgan tê topbarankirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Bi şal û şapik tinekirina Kurdan
Gotar

Bi şal û şapik tinekirina Kurdan

Komploya navneteweyî ji bo tepisandina tevgera azadiyê ya gelê Kurd bû; yanî esas bi revandina Abdullah Ocalan dixwestin dawiyê li hebûna Kurd li Bakurê Kurdistanê bînin. Ev hesab neçû serî.

Luqman GULDIVÊ
Luqman GULDIVÊ Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rojeva tevgera Kurd a esasî, Meşa Azadiyê ye. Lê maneya wê xweşik ji xelkê re nayê gotin. Komploya navneteweyî çawa ne tenê komployeke besît a li dijî şexsekî ye, azadiya Abdullah Ocalan jî ne azadiya şexsekî ye. Komploya navneteweyî ji bo tepisandina tevgera azadiyê ya gelê Kurd bû; yanî esas bi revandina Abdullah Ocalan dixwestin dawiyê li hebûna Kurd li Bakurê Kurdistanê bînin. Ev hesab neçû serî.

Tevgera azadiyê jî bi îhtîmam îşaret pê dike ku azadiya Abdullah Ocalan, esas çareserkirina pirsgirêka Kurd e, misogerkirina hebûna Kurd û statuya wî ye li Bakurê Kurdistanê. Di heman demê de ew misogerkirina hebûna zimanê Kurdî ye, û parastin û bipêşvebirina wî ye jî.

Lazim bû kesên Meşa Azadiyê li Bakur bi rê ve dibin, bi îhtîmam îşaret bi van xisûsan bikira, wan ji bo azadiyê siyaset bikira. Siyasetkirin, ne tenê salê carekê, hefteyê carekê kirina çend gotinan e. Ha vê gava ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê siyasetvanên DEM Partiyê xelkê dibînin, diviyabû ji wan re bibêjin, em bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, doza bi dawîkirina siyaseta qirkirina miletê Kurd dikin, em doza misogerkirina cihê zimanê Kurdî di nava civakê de dikin, em doza çareseriyeke siyasî ya bi rûmet ji bo meseleya Kurdistanê dikin. 

Dijminê Kurdan çi dike? Rojevên çêkirî yên qelp, bi tesbîtên ji bo tinekirina miletê Kurd bi kirasekî Kurdî, yan jî çawa li Batmanê kir, bi şal û şapik datîne ber me. Ti “tesbîta” bibêje, “Înkarkirina Kurdan nîne, qedexekirina Kurdî nîne” tesbîteke rast nîne. Lê em zanibin, bi van “tesbîtan” esas şal û şapik li siyaseta tinekirina Kurdan dikin.

Em divê qebûl bikin, ev gaveke siyasî ya li dijî azadî, xweserî û xwebûna Kurdan e, û zemînekî bicihbûna wê heye. Min berê jî gelek caran behsa wê yekê kir, divê siyaseta azadiyê ya gelê Kurd xwedî siyaseteke ziman be. Heger dibêje, zimanê Kurdî, ne zimanekî welê ye ku bi dersên hilbijartî, meseleya wî hel bibe, nexwe divê her wiha bibêje, ew ê çawa vê siyasetê pûç bike. Siyaseta wê çi ye?

Sermeselê, siyaseteke pir zelal û eşkere ya çand û ziman a Rêber Abdullah Ocalan heye. Wî perspektîfa xwe ji destpêkê ve da: Em dibistanên xwe ava bikin, her kolanê, her malê bikin dibistana zimanê Kurdî. Eynî weke beriya Şoreşa Rojava, çawa dibistan li tax û gundan hatin vekirin, diviyabû li Bakur jî li gorî vê perspektîfê gav bihatana avêtin. Lê sed mixabin, ji ber ku siyaseteke bi vê perspektîfê bi pêş neket, me li dijî qirkirina çandî xwe bi şûn ve hişt.

Gavên weke hefteyekê boykotkirina dibistanên Tirkiyê, me xweşik nebirin serî; nexasim jî siyasetvanên me yê meydana legal, ev rengê pûçkirina mêtingeriyê, muhim nedîtin. Ez îro jî ji xwe dipirsim, çima bi xitimandina dersên hilbijartî yên Kurdî, em durûtiya dewleta Tirk lê eşkere nakin? Dewleta Tirk ji bo ku zarok dersên Kurdî neneqînin, di lîsteyan de navê dersên Kurdî gelek caran hilnade. Yanî dewleta Tirk vê xapa xwe venaşêre jî. Îro, em bibêjin sed hezar zarok dersên Kurdî hilbijêrin, sîstema xapandinê wê bixitime. Bi hezaran mamoste wê lazim bibin û ne ev mamoste hene, ne jî dewleta Tirk wê wan wezîfedar bike. Gava me ev kir jî siyaseta me dikare bibêje, em dixwazin zimanê Kurdî, zimanê fermî û xwedî statu be. Yanî hewldana pûçkirina vê gava xapînok a dewleta Tirk û doza statuyeke fermî ya zimanê Kurdî bi hev re dikarin hebin. Ji bo çi zemînê siyaseteke xapandinê ji wê tevgera siyasî re bê hiştin a ku man û nemana Kurdan qet ne xema wê ye û heta hevkarê neyarê hebûna Kurdan e?  

ÇAVKANÎ: Ozgur Politika
BI RÊYA: Luqman GULDIVÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Luqman GULDIVÊ
Ji aliyê Luqman GULDIVÊ
Ev demeke direj e nivîkariyê dike. Di gelek rojnameyan de nivîsên wî hene.
Nûçeya Berê Meşvanên Azadiyê cangorî Umît Acar bi bîr anîn
Nûçeya Pişt re Çepnî: DEM Partî ne kombûneke dengan e, tevgereke azadiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan 5’emîn kongreya xwe li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 5’emîn kongreya xwe li Hesekê li dar…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê Xezeyê: 77 kesên din hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Înê ragihand ku di şerê Xezeyê de ku ketiye meha…

Ji aliyê Stêrk TV

YPC’ê li Wanê li dijî wesayîta zirxî çalakiyek kir

YPC’ê ragihand ku li Wanê li dijî wesayîteke zirxî ya polîsan çalakiyeke çekdarî li dar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?