Pêşnûmeqanûnek nû ku li Îtalyayê hatiye amadekirin, ji bo têkoşîna li dijî Îslama radîkal û cudakariya çandî, qedexekirina tevahî ya pêça rûyê li deverên giştî (dibistan, zanîngeh, dikan, avahiyên giştî û hwd.) pêşniyar dike. Binpêkirina qanûnê dê cezayên ji 300 heta 3 hezar euro bi xwe re bîne.
Pêşnûmeqanûn her wiha kontrolên bi bandor li ser fînansmana mizgeftan, pêşî girtina zewacên bi zorê û qedexekirina sertîfîkayên keçiktiyê vedihewîne.
Wekîlê Fratellî d’ltalia Andrea Delmastro, diyar kir ku armanca qanûnê parastina azadiya olî ye û di nav sînorên destûrî de were bicîhanîn û hat gotin ji modela laiktî ya Fransayê îlhamê digire.
Lê belê, hin nûnerên Misilman dibêjin ku pêşnûmeqanûn dê nasnameyên olî ji holê rake. Mele Massimo Abdallah Cozzolino, destnîşan kir ku qanûnên heyî jixwe pêçeyên rûyê bi temamî qedexe dikin û diyar kir ku ne hewce ye ku pêşnûmeqanûnên nû hebin.
Ji sala 1975’an vir ve li Îtalyayê qanûnek giştî heye ku, pêçeya hemû rû digire qedexe dike. Tê payîn ku ev pêşnûmeqanûn bi piraniya dengê hikûmetê li meclîsê bê qebûlkirin.

