Di 1’ê Sibatê (2026) de 19 bijîşk ji bajarê Silêmanî û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbûn. Piştî ku bijîşk 2 rojan li nava birîndar û koçberên li bajarê Dêrikê geriyan û destek da saziyên tenduristiyê yên Rojava û îro jî derbasî bajarê Qamişlo bû.
Bijîşkan destpêkê serdana Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişloyê kir û paşê derbasî Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê bûn û bi hevserok û rêveberên kantonê re civînek li dar xist. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Piştre dê şandeya bijîşkan bi saziyên tenduristiyê yên bajêr re li nava birîndarên berxwedanê û koçberan bigere.

