Ciwanên ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Karavana Gelan ji çar aliyên Ewropayê hatibûn Tirkiyeyê da ku li dijî dorpêça çeteyên cîhadî piştgiriyê bidin Kobanê, tevî hemû astengiyan li Pirsûsê çalakiya xwe ya piştevaniyê pêk anîn. Elsa Wong, ku dema diçû Stenbolê hatibû binçavkirin û piştre hatibû deportkirin, ji ANF’ê re axivî.
‘BERXWEDANA KURDAN A KU VEGUHERANDINE ŞÊWAZÊ JIYANÊ, EZ PIR BANDOR KIRIM!’
Elsa Wong di nav şandeya ku ji bo piştevaniya Kobanê ya di bin dorpêça çeteyên cîhadî de çûbû sînorê Pirsûsê de cih digirt. Elsa ji Fransayê hatiye; bavê wê Çînî û diya wê Fransî ye. Wong anî ziman ku wê meseleya Kurd dema ku li Marsîlyayê ji penaberên Kurd re dersên Fransî dida nas kiriye û got: “Wan ji min re behsa zextên li ser xwe û malbatên xwe kirin. Ez pir di bin bandora van çîrokên jiyanê de mam û min dest bi lêkolîna meseleya Kurd kir. Min dest bi hînbûna Kurdî kir.”
Wong a ku di dema axaftinê de çavên wê tijî hêsir dibûn, destnîşan kir ku di meseleya Kurd de herî zêde berxwedana gelê Kurd bandor li wê kiriye. Wong diyar kir ku tevî ku Kurd ewqas êş dikişînin jî, tu carî dest ji berxwedanê bernadin û ev yek veguherandine şêwazê jiyanê; ev rewş hem wê pir xemgîn dike, hem jî ji bo paşerojê hêvî û îlhameke mezin dide wê. Wong destnîşan kir ku biryardariya gelê Kurd û gelê Filistînê ya li hemberî zilmê “pûsulaya rastîn a têkoşînê ye” û wiha got: “Ev yek nîşanî me dide ku li ku derê gelên herî zêde têne çewisandin û rastî tundiyê tên hebin, li wir berxwedanên herî bi hêz jî hene. Divê dinya çavên xwe bêtir berê xwe bide Filistîn, Kurdistan û cihên ku mirov lê li ber xwe didin. Ji bo vê ne şert e ku mirov her tim biçe wan welatan; mirov dikarin li cihên ku lê ne nîqaş bikin, meseleyan bînin rojevê û li dora pirsa ‘Em dikarin çi bikin?’ li çareseriyan bigerin.”
‘LI DIJÎ MÎLÎTARÎZM Û NETEWPERESTIYÊ, DIVÊ EM HIŞMENDIYA ENTERNASYONALÎST BILIND BIKIN!’
Wong diyar kir ku îro cîhan di nav krîzeke berdewam de ye û mirov her roj bi nûçeyên komkujî û qirkirinê re rû bi rû ne. Wong destnîşan kir ku ev “bombebarana agahiyan” dibe sedem ku mirov şaş bimînin û nekevin nava tevgerê. Wong got: “Mirov sibehê bi nûçeya êrişekê şiyar dibin, êvarê jî bi nûçeya êrişeke din a li cihekî din dihejin. Ev yek rê li ber reaksiyonên li derveyî medyaya civakî digire. Ez bawer dikim ku ev bombebarana agahiyan bi taybetî ji bo pasîfkirina mirovan tê kirin. Li Ewropayê ku gotinên mîlîtarîst zêde dibin û leşkeriya neçarî dîsa tê rojevê, ez vê wekî beşek ji şerê medyayî û propagandê dibînim. Dewlet bi rêya medyayê propagandaya ‘em di xetereyê de ne’ dikin û dixwazin mirovan dîsa bixin nav qalibên neteweperest û mîlîtarîst. Ev nîşan dide ku ji dîrokê ders nehatiye girtin. Li dijî vê ferzkirinê, divê em ji liv û tevgerên antî-mîlîtarîst ên berê îlhame werbigirin û hişmendiya enternasyonalîst xurt bikin.”
‘DEMA MIN DORPÊÇA LI SER KOBANÊ BIHÎST, EZ TAVILÊ KETIM NAVA TEVGERÊ!’
Wong behsa êrişên li ser Rojava û dorpêça Kobanê kir û got ku ew bi vê hişmendiya enternasyonalîst tevgeriya ye: “Dema min nûçeyên dorpêça Kobanê dît, min xwest ez tiştekî bikim. Ez ji aliyê wijdanî ve pir xirab bûm. Ev ji bo min bû derfetek ku ez ji pozîsyona ‘temaşevanbûnê’ derkevim. Li şûna ku ez li cihê xwe rûnim û bigirîm, min biryar da ku ez bikevim nava tevgerê. Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Karavana Gelan, min biryar da ku ez biçim Pirsûsê ku xeta herî nêzî Kobanê ye. Armanca me hem avakirina rojevekê bû, hem jî zext çêkirina li ser dewletên ku bêdeng dimînin û bibîrxistina hiqûqa navnetewî bû. Dema ku li Kobanê zarok ji sermayê dimirin û jin tên qetilkirin, kes nikare bêdeng bimîne.”
‘GEL TENÊ BI PERSPEKTÎFA ABDULLAH OCALAN DIKARIN DI NAV AŞTIYÊ DE BIJÎN!’
Wong bi bîr xist ku hêzên emperyalîst bi taybetî DYA ji bo parvekirina çavkaniyên Rojhilata Navîn di nav pêşbaziyê de ne û wiha berdewam kir: “Ji bo DYA’yê ya girîng berjewendiyên wê ne. Ji bo vê dikarin rejîmekê hilweşînin û yekî din piştgirî bikin. An jî eger çeteyên mîna DAÎŞ û HTŞ li gorî berjewendiyên Rojava tevbigerin, dikarin hêzên QSD’ê yên ku di 2014’an de piştgirî didan wan, bi tenê bihêlin. Ji ber ku hêzên emperyalîst her kesî ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Tenê piştevaniya gelan dikare vê êrişkariya emperyalîst bişkêne. Li vir faşîzmeke ku hiqûqê nas nake bilind dibe. Ev şer niha di navbera du blokan de ye: Bloka emperyalîst-kapîtalîst û hêzên demokratîk ên piralî yên ku li Rojava bi pêşengiya jinan jiyanê ava dikin. Ji ber vê yekê modela Rojava pir girîng e. Rojava li hemberî vê pergala hov a cîhanê, alternatîf e. Ez bi perspektîfa ‘Neteweya Demokratîk’ a Abdullah Ocalan a li dijî modernîteya kapîtalîst bawer dikim. Gel tenê di perspektîfeke ku tê de bawerî, çand û nasnameyên etnîkî bi hev re û bi rêzdarî dijîn, û jin lê avakar û kirdeya jiyanê ne, dikarin di nav aştiyê de bijîn. Di vê wateyê de, ne tesaduf e ku komên cîhadî li Heleb û Rojava pêşî jinan dikin hedef. Ji ber ku jin di navenda rêxistinkirina jiyan û berxwedanê de ne, ji aliyê vê îdeolojiya faşîst ve wekî xetere tên dîtin. Têkoşîn û seknê jinên Kurd ji bo min pir bi îlhame. Divê em vê berxwedana bi pêşengiya jinan a li Rojava li Ewropayê jî bidin naskirin.”

