Newroza 2025’an a li Stenbolê hate pîrozkirin bû yek ji wan Newrozên herî girseyî û bi coş ên salên dawî. Hevserokê Bajarê Stenbolê yê DEM Partiyê Çinar Altan peyamên girseya Newrozê û pêvajoya ji niha û pê ve ji ANF’ê re nirxand.
Çinar Altan anî ziman ku Newroza îsal ne tenê pîrozbahiyek bû, di heman demê de momentek bû ku daxwaz û nêrînên gel ê li ser pêvajoyê bi şênberî nîşan da. Altan destnîşan kir ku hem li Stenbolê hem jî li bajarên din, qadên Newrozê veguherîn zemîna nîşandana vê îradeyê.
GELÊ KURD NÎŞA DA KU EW LI PIŞT TÊKOŞÎNA XWE YE
Çinar Altan diyar kir ku gelê Kurd bi salan e bi israr li pişt têkoşîna xwe disdekine û bi milyonan mirov hîn bi xurtî xwedî li vê têkoşînê derdikevin.
Altan ragihand ku daxwaza bingehîn a li qadên Newrozê naskirina hebûna neteweyî ıya gelê Kurd bû û got, ev daxwaz ne tenê qebûlkirina nasnameyê ye, di heman demê de daxwaza ji bo naskirina rewa û qanûnî ya hemû mafên kolektîf e. Altan diyar kir ku di serî de zimanê dayikê divê maf hemû bêne ewlekirin.
TECRÎD DIVÊ BI DAWÎ BIBE, GIRTIYÊN SIYASÎ BÊNE BERDAN
Altan anî ziman ku yek ji daxwazên din ên bingehîn ku li qadên Newrozê hatin bilêvkirin daxwaza ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya girtiyên siyasî hemû bû. Altan diyar kir ku Rêber Apo muxatabê sereke yê pêvajoyê ye, di heman demê de di pêvajoya çareseriyê de xwedÎ roleke krîtîk e û destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê ji bo ewlekirin û rêveçûna pêvajoyê diyarker be.
DAXWAZA VEGERÊ Û DEMOKRASIYA XWECIHÎ
Çinar Altan destnîşan kir ku yek ji daxwazên li qadên Newrozê derketin pêş vegera hêzên gerîla û yên li sirgûnê ji bo welêt bû û anî ziman ku ji bo pêşveçûna siyaseta demokratîk ev veger divê bê şert û merc pêk were.
Her wiha ragihand ku daxwaza bidawîkirina kiryarên qeyûm û xurtkirina demokrasiya xwecihî ji daxwazên girîng ên Newrozê bû.
NEWROZ ZEMÎNEKE POLÎTÎK E
Çinar Altan diyar kir ku girseya gel a li qada Newrozê ne tenê cejnek pîroz kirin, di heman demê de daxwazên xwe yên polîtîk û îradeya têkoşînê nîşan da û got, ev yekbûna li qadan ji aliyê têkoşîna polîtîk ve xwedî girîngiyeke mezin e.
SEFEBERIYA RÊXISTINIYÊ WÊ BÊ DESTPÊKIRIN
Altan destnîşan kir ku DEM Partî wê peyamên girseyê yên li Newrozê li ber çavan bigire û pêvajoyeke nû ya rêxistinbûnê bide destpêkirin. Altan diyar kir ku birêxistinkirina ciwanan wê karê wan ê sereke be û got, girseya li Newrozê wê veguhere hêzeke rêxistinbûyî.
Altan anî ziman ku amûrên rêxistinbûnê yên partiyê divê hîn dînamîk û pirrengî be û got, Newrozê ev pêwîstî bi şênberî nîşan da.

