Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng roja Pêncşemê li Pekînê bi merasîmeke fermî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump pêşwazî kir. Merasîma bi heybet li Salona Mezin a Gel a li paytextê pêk hat.
Herdu lîderan li merasîma li nêzî Qada Tiananmenê derbasbûna leşkerî silav kirin, li sirûdên herdu welatan guhdarî kirin û li ser xalîçeya sor meşiyan. Zarokên ku alên Çîn û DYE’yê hilda bûn, b dirûşmên ‘Hûn bi xêr hatin’ lîder pêşwazî kirin.
‘DIVÊ EM BIBIN HEVKAR NE HEVRIK’
Donald Trump iştî civîna bilind ji bo têkiliyên bi Çînê re peyama “Paşerojeke bêhempa” da. Trump got, “Ez serbilind im ku li gel we me. Têkiliyên navbera Çîn û DYE’yê wê ji her demê bêhtir baş bibe.”
Şî Cînpîng jî anî ziman ku herdu welat li şûna hevrikiyê divê berê xwe bidin hevkariyê û got, “Hevkarî bi kêrî herdu aliyan tê, şer jî zerarê dide her kesî. Divê em rêyeke ahengiyê ya nû di navbera hêzên mezin de ava bikin.”
DI ROJEVÊ DE BAZIRGANÎ, ÎRAN Û TAYWAN HEBÛ
Hate ragihandin ku di hevdîtina navbera herdu lîderan de rageşiya bazirganiyê ya navbera herdu welatan, bandora şerê li Îranê û meseleya Taywanê hebûn.
Trump ji ber şerê li hemberî Îranê serdana Çînê taloq kiribû. Ev serdan di heman demê de ji sala 2017’an û vir ve yekemîn serdana fermî ya Serokekî DYE’yê ji bo Çînê ye.

