Volkana Fuego ya li Guatemalayê ku yek ji volkanên herî çalak ên Emerîka Navîn e, bi xurtî teqiya. Lewma li seranserê welêt di asta rengê pirtiqalî de alarm hate dayin.
Saziya Koordînasyona Kêmkirina Rîska Afetê ya Neteweyî (Conred) ragihand ku volkanê bi 35 kîlometreyî li başûrrojavayê paytext Guatemala City ye, sibeha Duşemê teqiya û ev teqîn nîvê şevê hîn giran bû.
Rayedaran diyar kirin ku ji ber lavê ji devê volkan diherike û xwelî û gaza jê difûre, du jîngehên li derdora volkan hatine valakirin.
Hikumeta Guatemalayê dibistanên li herêmê xist betlaneyê û rêya bejahî ya bajarê Antiguayê girt ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO de ye.
Guatemala li ser Xeleka Agir a Pasîfîkê ye, lewma liv û tevgera sîsmîk û volkanîk lê gelekî zêde ye.
Çiyayê Volkanîk Fuego sala 2018’an jî teqiya bû û di encamê de 215 kes miribûn, nêzî 200 kes jî winda bûbûn.

