Di êrîşa bi balafira bêmirov a li ser Moskowê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Moskowê Andrey Vorobyov li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyanî da û ragihand ku sîstema wan a parastina hewayî êrîşa balafira bêmirov a li ser herêmê asteng kiriye, lê li herêma sanayiyê Novoselki ji ber li hin nuqteyan hate xistin şewat derket.
Vorobyov diyar kir ku di êrîşa li ser qada sanayiyê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Rûs ragihandin ku li herêma Leningrad 17 balafirên bêmirov hatine xistin, ji ber êrîşê li tesîseke lojîstîkê ya ayîdê şîrketa e-ticaret Wildberries şewat derket.
Li aliyê Ûkraynayê jî Waliyê Herêma Sumi Oleg Grygorov diyar kir ku ji ber êrîşên hewayî yên artêşa Rûs ên di saetên şevê de, du zarok û kalekî jiyana xwe ji dest dan. Grygorov destnîşan kir ku cenazeyên 2 zarokên keç, ji bin kavilên xaniyên hilweşayî hatin derxistin.
Hat ragihandin ku bajarê Herson jî tevahiya şevê ji aliyê hêzên Rûs ve hate hedefgirtin, di êrîşê de sivîlekî 52 salî birîndar bû. Êrîşên hewayî yên navbera Rûsya û Ûkraynayê, di hefteyên dawî de zêde bûne.

