Bager Andok (Hayrî Kaptan) ê ku di 17’ê Mijdara 2019’an de li Mêrdînê şehîd bibû, li ser gora xwe ya li Goristana Elîh Asri hat bibîranîn. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, gelek kes tevlî bîranînê bûn û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Mamê Bager Andok Gaffur Akgul Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got, “Helbet Bager jî parçeyek ji vê xaka bxw û agahiya şehade wî hat. Em îro ji bo şehadeta wî û hemû hevalên wî li vê derê ne. Soza me ye, heta ku xwîna me di laşê me de be, heta ku em hebin em ê dev ji vê rêyê bernedin.”
Piştî bîranînê, li Mala Taziyê ya Feqiyê Teyran mewlîd hat dayîn.

