Li gundewarên Idlibê 2 kes dema bermahiyên maleke wêrankirî radikirin, di encama teqîna mayînekê de birîndar bûn. SOHR ragihand ku ji serê salê heta niha 237 jin û zarok jî di nav de mirine ji ber teqînan û 358 kes jî birîndar bûne.
Li gundê Meeret El Sîn ê Idlibê 2 kes dema ku bermahiyên maleke kavilkirî radikirin da ku ji nû ve ava bikin, mayînek a bermaniyên şer bi wan ve teqiya.
Hate ragihandin ku di teqîna mayînê de her du kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên herêmê.
Li gorî SOHR‘ê ji destpêka îsal (2026) ve di encama teqîna mayîn û bermahiyên şer de 142 mêr, 87 zarok û 8 jinan jiyana xwe ji dest dan, her wiha 217 mêr, 130 zarok û 11 jin birîndar bûn.

