Çavkaniyekî ewlehiyê, îro ragihand ku li ser rêya Marûna-Seydnaya ya gundewarên Şamê bi bombeyekê êrişî otobusa Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin û da zanîn ku di êrişê de hejmarek endam birîndar bûne.
Çavkanî ji dezgehên ragihandinê re got, aliyên têkildar lêkolînkirina êrişê didomînin.

