Şemî, 19 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurkçu: Tevgera Kurd wê berê serdema nû diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin
Rojane

Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin

Xizmên windayan ku li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin cem hev, xwestin ku çarenûsa windayan bê eşkere kirin û kujer bên darizandin. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku heta çarenûsa hemû windayan derkeve holê, dê têkoşîn dewam bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku her hefte lidar dixin domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Gundem û Hecî Atalay hate pirsîn û hate xwestin ku kujerên Saît Akin bên darizandin. Di çalakiya li Colemêrgê de nivîskar, rojnamevan û zanayê Kurd Mûsa Anter ku di 20’ê Îlona 1992’yan de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû kuştin hate bîbîranîn.

AMED

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 919’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê lidar xistin. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.

ÎHD’ê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Gundem ê di 25’ê Îlona 1991’an li gundê Qenderhel ê Hezroyê hatiye windakirin pirsîn.

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz di destpêka çalakiya vê hefteyê de axivî û wiha got: “Tu deman em şopa kesên hatine windakirin bernadin. Her çiqas piştî dehan salan em bizanibin ku êdî windayên me jiyan nakin jî em li pey hestiyên wan in. Hefteya borî ji bo cangoriyan bîranîn hatin lidarxistin û ev şîn û bîranîn kêm e. Ji ber ku van dayîkan cenazeyên zarokên xwe nedîtine û nekarîne şîna xwe bikin êşa wan jî kêm nabe. Divê cenazeyê her kesê ku hatiye kuştin û windakirin malbat bikaribe bistîne da ku êşa wan kêm bibe.”

Piştî axaftina Firat Akdenîz, xwişka Îbrahîm Gundem Ferîde Gundem bi bîr xist ku birayê wê ji aliyê leşkeran ve ji malê hatiye derxistin û wiha axivî: “Birayên min li ber çavên min birin û kesên ku ew birine leşker bûn. Ji wan kesan yek jî leşkerê bi navê Kenan Şahîn bû. Em îro dixwazin ev kes û kesên berpirsyar werin darizandin.”

Parlementerê Yenî Partiyê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî diyar kir ku divê şerê bi dehan salan didome êdî bi aştiyek mayînde bi dawî bibe û wiha got: “Em di pêvajoyek gelekî girîng re derbas dibin û em hewl didin şerê bi dehan salan bi aştiyek mayînde bi dawî bibe. Heya ku heqîqeta windayan dernekeve holê û edalet neyê van qadên em şînê lê digirin aştiya mayînde pêk nayê. Bi taybetî xala 7’emîn a çarçove qanûnê qala edaletê dike û divê edalet ji bo herkesî pêk were.”

Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Bawer Çîndemîr çîroka windakirina Îbrahîm Gundem xwend û piştî xwendina çîroka windakirina Îbrahîm Gundem daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 755’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê lidar xistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD’ê û Xizmên Windayan û gelek kes beşdar bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hecî Atalayê ku di 10’ê Îlona 1996’an de ji navçeya Pîranê ya Amadê ku dema baxçeyê xwe av dida ji aliyê Miduriyeta Ewlehiya navçeya Pîranê ve hatibû revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayê girtin hate pirsîn. Endamê ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî çîroka Hecî Atalay xwend.

Daxuyanî bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan jî çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 245’an de li Kolana Hunerê ya Geverê lidar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Saît Akin ê di 25’ê Îlona 1995’an de li gundê Befircan a navçeya Geverê hatibû binçav kirin û kuştin hate pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Colemêrgê Ozan Akbaş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 30 sal e kujerên Saît Akin nehatine darizandin.

Di heman daxuyaniyê de nivîskar, rojnamevan û zanayê Kurd Mûsa Anter ku di 20’ê Îlona 1992’yan de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû kuştin hate bîbîranîn.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
Nûçeya Pişt re Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên Îranê êrîş birin ser kolberan: 2 kes birîndar bûn

Hêzên dewleta Îranê li herêma Newsudê ya li Rojhilatê Kurdistanê careke din êrîş birin ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga greva giştî

Beriya salvegera 4’an a qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî, Tifaqa Partiyên Siyasî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başakşehîrê ji bo şehîdan taziye hate danîn

Li Başakşehîrê ji bo şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Mizgefta Sultanbeyazit taziye hate danîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?