Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ser mijara ‘Malbat û Zarokan’ rêze semîneran destpê kir ku wê çar şevan li her taxê wargehê bêne dayin. Di van semîneran de li ser rola malbatê ya di pêşketina zarokan de, rêyên rast ên xwedîkirin û avakirina hişmendiyeke hevpar a di navbera malbat û perwerdeya zarokan de tê destnîşankirin.
Di vê çarçoveyê de, semînera destpêkê li taxa 4 a Şehîd Xebat hat dayîn. Beriya semîner were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê mamoste Bihar Benek axivî.
Bihar Benek di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan a ji van semîneran di malê de perwerdekirina zarokan e û wiha axivî: “Me xwest di malê de mezinkirin û perwerdekirina zarokan bi çi şeweyî dibe, bi semîneran balê bikşînin ser. Zarok tenê dema tên dibistanê perwerde destpê nake. Zarokek dema ji dayik dibe heta mezin dibe di malê de ji dayik û bav bigire heya ji hemû ferdên malbatê perwerde dibîne. Tenê bi çûyîna dibistanê perwerde têrê nake. Tu di malê de zarokê xwe li ser çi bingehî mezin bike zarok wisa mezin dibe. Eger zarokek baş û bi tendurist bê mezinkirin dema mezin dibe di aliyê jiyanê bigire heya danûstandin û rêz dayîna wî/wê bi dayik, bav û hevalên xwe re baş dibe.”
Bihar Benek di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berpirsyariya tevahî ferdên malbatê li ser zarokan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema behsa dayîna seminer an perwerdeyekê tê kirin em dibînin tenê dayîk xwe berpirsyar dibînin û tevlîbûna xwe didin çêkirin. Me xwest di malê de derveyî dayîkê, bav, xwîşk, bira û ferdên malbatê yên cudatir jî tevlî perwerde bibin û yek jî armanca me ev bû. Di mezinkirina zarokan de erk û berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê dayîkê. Dibe pir dayîk bibêjin em pêwîstiyên zarokê xwe yên rojane pêk tînin. Bes dema zarok tên dibistanê tu dibînî ku dema mezin kirinê de hinek aliyên wî/wê yên jiyanê kêm derdikevin holê. Vê yek ê em di berpirsyartî û danustandina zarokan ya bi hevalên xwe re baştir dibînin.”

