Ji ber ku beriya niha li ser dabeşkirina wezîran ti lihevhatinek çênebûbû, parlamenterên YNK’ê, Nifşê Nû, Komela Dadgerî û çend aliyên din rûniştina îro baykot kirin.
Ev civîn piştî bangewaziya doh a beşek ji parlamenteran pêk hat ku di daxuyaniyeke çapemeniyê de daxwaz ji hemû aliyan kiribûn ku ji bo diyarkirina desteya serokatiyê îro amade bin.
Di rûniştina îro de ku bi 53 parlamenteran destpê kir. Di encama hilbijartinê de Vala Ferîd bû seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Muna Qehweçî jî bû Sekretera Parlamenta Herêma Kurdistanê.
Her wiha di heman rûniştinê de Ramî Nûrî jî weke Cîgirê Serokê Parlamentê hat hilbijartin. Bivê yekê re Desteya Serokatiya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate avakirin.

