Trump roja Pêncşemê li ser platforma xwe ya medya dîjîtal Truth Socialê daxuyaniyek da û ji Vance xwest ku “bala xwe bi temamî” bide ser têkoşîna li dijî sûc û rêveberiya eyaletên ku Demokrat bi rê ve dibin. Daxuyanî weke dûrxistina alîkarê serok ji danûstandinên dîplomatîk ên bi Îranê re hate şîrovekirin.
Ev bûyer piştî rexneyên Vance yên li dû têkçûna Komargeran a di hilbijartinên navberê de hat.
Vance bi rengekî eşkere gotibû, şerê li gel Îsraîlê li hemberî Îranê dimeşînin bandor li encamên hilbijartinê kiriye.
Alîkarê Serok hewl dida ku bi rêveberiya Îranê re hevdîtinên aştiyê bide destpêkirin. Vê hewldana dîplomatîk tevkarî li kêmbûna buhayê petrolê kir. Trump fikrê lihevkirinekê red kir. Wezîrê Karên Derve Marco Rubio jî piştgirî da vê helwesta Trump.

