Bi pêşengiya Meclisa Gel a Şengalê, 11’emîn salvegera rizgarkirina navenda Şengalê bi beşdariya bi sedan kesî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ji bilî xelkê Şengalê, nûnerên aliyên siyasî û rêxistinên civakî jî amade bûn.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Neam Bedel axivî û wiha got: “Em di serî de vê roja dîrokî li hemû malbatên şehîdan û tevahiya civaka Êzidî pîroz dikin. Ev serkeftin berhema xwîna bi hezaran lehengane ku ji bo parastina rûmet û axa me canê xwe feda kirin. Şehîdên me ronahiya rêya me ne û em wekî malbatên şehîdan soz didin ku heta dawiyê emê xwedî li mîrateya wan derkevin. Tu hêz nikare îradeya ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin bişkîne û emê her tim li ser şopa wan bimeşin.”
Piştre li ser navê Meclisa Gel a Şengalê Besê Avesta axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya xwerêveberiyê: “Îro em bi serbilindî 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz dikin. Piştî fermanê, gelê me bi îradeyeke mezin xwe jinûve birêxistin kir û sîstema xwe ya demokratîk ava kir. Rizgarkirina Şengalê ne tenê serkeftineke leşkerî bû, di heman demê de serkeftina vîna azad a civaka Êzidî bû. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku yekîtiya xwe xurt bikin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Ji ber ku tekane garantiya jiyana azad xwerêveberiya me ye.”
Her wiha di berdewamiya bernameyê de li ser navê Hevpeymaniya Doza Êzidiyan û Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê jî axaftin hatin kirin. Axaftvanan ev roja dîrokî li tevahiya civaka Êzidî pîroz kirin û bang li dewleta Iraqê kirin ku mafên rewa yên civaka Êzidî yên parastin û xwerêveberiyê bi fermî nas bike.
Li ser navê YBŞ û YJŞ’ê jî Qurtay Şengalî axivî û got: “Di vê roja pîroz de em bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên berxwedana Şengalê ditewînin. Berî 11 salan, dema her kesî pişta xwe da Şengalê, şervanên azadiyê bi lehengiyeke bêhempa Şengal ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar kirin. Îro YBŞ wekî hêza parastina cewherî ya vê axê, ji her demê zêdetir amade ye ku parastina gelê xwe bike. Em soz didin civaka xwe ya Êzidî ku emê tu carî rê nedin ku fermanên nû bi serê gelê me de werin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe emê parêzvanên vê axa pîroz û destkeftiyên gelê xwe bin.”
Piştî axaftinan bernameya hunerî destpê kir. Hunermend Karwan Weklat, Ayaza Mûrad, Kolektîfa Saza Êzî û Koma Dansê ya Stiya Nexşa derketin ser dikê û berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Pîrozbahiyê heta saetên êvarê bi gerandina govendê û coşeke mezin dewam kir.

