Kolber Newsê eşkere kir ku hejmara kesên ku li Awdanan a Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin gihişt 12 kesan. Her wisa eşkere kir ku aqûbta welatiyên binavê Husên Elîzade, Hemîd Şamhemedî û Mihemed Husên Kawyanî yên hatine girtin nayê zanîn.
Li gor raporek ya Kolber News’ê, hejmara kesên ku li navçeya Awdanan ya ser bi parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin gihişt 12 kesan.
Di raporê de nasnameya 12 welatiyên ku hatine girtin hate belavkirin ku navên wan wiha ne; Sîna Derwêşî, Lawî (15), Êrec Heyderî, Seîd Ebdullahî, Esxer Ekberî, Armîn Silêmanî, Bêhnam Mûradî, Peyman Kerîmzade, Şehram Cawîdane, Meysem Nezerî (hemşîre) Mihemed Husên Kawyanî, Husên Elîzade û Hemîd Şamhemedî.
Her wiha hate gotin ku Muhsîn Bawîr ku yek ji welatiyên ku xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û piştî çend saetan hate berdan. Her wiha da zanîn ku rayedarên rejîma Îranî gef li xwepêşanderan xwarin û gotin ku ew kesên ku îdia dikin ku ewlehiya giştî têk didin dê bi tundî werin cezakirin.

