Wate çi bû, bi çi diafirî, bi kê zêde dibû? Kê pêşengî jê re dikir? Bi demê re mirov çawa dida pey wateyê? Yan jî wate heqîqet bi xwe bû? Wekî din, şoreşgerekî ji “wate û hestê” çawa diafirî? Mirov bi temaşekirina li hilgirên temenekî fedaî dikare bersivê ji van pirsan re bibînin. Bavê Welat, şehîd Salih Muslim di nava têkoşîna azadiyê de di dilê her kesî de wate zêde kir. Şehadeta wî di serî de li Kobanê, li tevahiya Kurdistanê di nava gel de bû sedema xemgîniyeke mezin.
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Musilm 3’ê Adara 1951’ê li gundê Şêran ê Kobanê ku nirxên welatparêziyê lê xurt e, ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîse li Kobanê xwend, di sala 1970’î de maf bi dest xist ku li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) bixwîne. Heta sala 1977’an li ÎTU xwend û di nava vê demê de têkoşîna siyasî ya Tevgear Apoyî ya li Tirkiye û Kurdistanê bihîst, ew şopand. Bi taybetî karên tevgerê yên li wargehên xwendekaran ên li Amed û Stenbolê şopand û kete nava lêgerînekê. Tevlî kar nebû be jî fêhm kir ku Tevgera Apoyî ji tevgerên din cuda ye û jê bi bandor bû.
LI EREBISTANA SIÛDÎ TEVGERA APOYÎ NAS KIR
Di sala 1977’an de mezûn bû Û ji Tirkiyeyê ji bo hînbûna ziman çû Londonê. Li vê derê piştî ku perwerdeya xwe ya ziman temam kir, di sala 1978’an de weke endezyarekî çû Erebistana Siûdî ji bo bixebite. Salih Muslim li vê derê hem xebitî, hem bi karkerên Kurd re wext derbas kir û têkilî danî.
Wê demê karkerên Kurd rojnameyên destpêkê yên PKK’ê Serxwebûn û Berxwedan dixwend. Vê yekê gelekî bala Muslim kişand. Bi xwendina rojnameyên Serxwebûn û Berxwedan armancên Tevgera Apoyî fêhm kir.
Di sala 1979’an de ji karkerên Kurd Husnu Yorûlmaz (Alî) yê ji Bakurê Kurdistanê nas kir.
EYŞE EFENDÎ NAS KIR Û DAWETA LI ŞÊRANÊ
Bavê Eyşe Efendî ku wê demê li Erebistana Siûdî dixebitî, hevalekî nêz ê birayê Salih Muslim bû. Bi vî rengî bavê Eyşe Efendî Salih Muslim nas kir û jiyan û kesayetiya wî şopand.
Di vê demê de malbata Salih Muslim ji bo sozê ji Eşye Efendî werbigire diçe mala wan û wêneyekî Eyşe Efendî ji Salih Muslim re dişîne. Bi vî rengî di sala 1979’an de Salih Muslim û Eyşe Efendî dibin destgiriyên hev û di vê demê de herdu ji bo hevdu baştir nas bikin nameyan ji hev re dişînin.
Piştî salekê Salih Muslim sala 1980’î tê Sûriyeyê û demeke dirêj bi Eyşe Efendî re diaxive. Piştî çend rojan jî li gundê Şêran ê bajarê Kobanê daweta wan tê kirin. Li dû zewacê herdu jî berê xwe didin Erebistana Siûdî û li wir bi cih dibin. Zewaca wan bi kêfxweşî dewam dike û pênc zarokên wan çêdibin.
Hem Salih Muslim hem jî Eyşe Efendî Tevgera Azadiyê ya Kurd di heman demê de nas dikin. Wê demê li kasetên Koma Berxwedan guhdarî dikin û van kasetan li Erebistana Siûdî zêde dike, li malbatên Kurd ên welatparêz û gelê Ereb belav dikin.
Salih Muslim sala 1980’î dema vedigere Kobanê li yek ji kadroyên Tevgera Azadiyê Mûrat Karayilan rast tê. Piştî naskirina Karayilan, Salih Muslim ber bi têkoşînan polîtîk û îdeolojîk a Tevgera Azadiyê gava destpêkê diavêje.
RASTHATINA LI RÊBER APO
Di sala 1983’an de Salih Muslim têkiliyên xwe yên bi Tevgera Azadiyê re zêde dike û diçe Şamê gel Rêber Apo. Ev serdan dilsoziya wî ya bi têkoşîna polîtîk Û partiyê xurti dike.
Salih Muslim bi van gotinan qala vê kêliya hevdîtinê kiribû:
“Li saziya ku min endezyarî lê dikir, rojên min ên destûrê hebûn. Di van rojên destûrê de timî diçûm Şamê. Di sala 1983’an de li Şamê li mala malbateke dost dimam. Hevalek hat mala ez lê dimam û ji min re got, ‘Dixwazim te bi Serok bidim naskirin’. Em bi hev re çûn mala ku Serok lê dima. Li Şamê li maleke ji çar qatî dima. Min berê wêneyê Serok nedîtibû. Min nizanîbû ku ez ê kesekî çawa bibînim.
Bi hevalan re em derbasî qatê çaran ê malê bûn. Li ber pêlikê malê hevalek bi germahî ez hembêz kir û got, ‘Tu bi xêr hatiye’. Em ketin hundir, me hinekî sohbet kir. Ez wê demê li benda hatina Serok bûm. Piştî ku me bi dewamî sohbet kir, min fêhm kir ku yê li ber pêlikê ez pêşwazî kir Serok bû. Pêşwaziya bi germî, dilsnizmî û ewle, her wiha sohbeta wî kir ku gelekî rehet bibim. Weke ku bi hevalekî 20 sal in nas dikim, me sohbet dikir. Axaftina wî gelekî zelal bû. Ji xwe bawer dikir û ev bawerî dida yê hemberî xwe jî. Piştî vê hevdîtinê mehê carekê yan jî du caran bi Serok re li ser karên me yên li Erebistana Siûdî em bi telefonê diaxivîn. Dema ku li Erebistana Siûdî bûm diyaloga me ya bi Serok re qet qut nebû.”
Salih Muslim û Eyşe Efendî piştî sala 1990’î bi zarokên xwe vegeriya Sûriyeyê. Rejîma Sûriyeyê bi karên siyasî yên Salih Muslim hesiya û gelek caran ew kir hedef; zext û êşkence lê kir, ew girt.
Di sala 2003’an de li Sûriyeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ava bû. Salih Muslim li vir jî xebitî. Di sala 2004’an de piştî ku Komkujiya Qamişloyê rû da nameyek ji Beşar Esad re nivîsî û ji ber wê nameya xwe hate girtin. Di nava 7 mehên girtîmayinê de êşkenceyên giran lê hate kirin. Piştî ku ji girtîgehê derket tevlî PYD’ê bû û bû endamê desteya rêveber.
JI BO HEVSEROKATIYA PYD’Ê HATE HILBIJARTIN Û BÛ HÊMANÊ BINGEHÎN Ê ROJAVA
Di salal 2009’an de leşkerên rejîma Esad careke din avêtin ser mala Salih Muslim. Vê carê ji ber ku ew ne li malê bû hevjîn û hevrêya wî Eyşe Efendî girtin û 9 mehan girtî hiştin.
Di sala 2010’an de bû Hevserokê PYD’ê. Di van salan de ji bo pirsgirêkên li Sûriyeyê û paşeroja gelan bi diyalog û muzakereyê nîqaş bike bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtin kir.
Di sala 2011’an de piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî destpê kir, Salih Muslim diyalog û muzakere dewam kir û di pêkhatina Şoreşa Rojava de bi roleke mezin rabû. Bû yek ji pêşengên şoreşger ku ji mînakê re bû mînak. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bû hêmanê bingehîn ê şoreşê.
Ne tenê ew, her wiha malbat û zarokên wî jî di rêya şoreşê de li nava deryayê bûn dilopek. Di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de bû yek ji malbatên herî hêja yên welatparêz. Hevjîn û hevrêya wî Eyşe Efendî jî bû yek ji kesayetên sembol ên têkoşîna jinên Kurd. Bi vî rengî her ferdekî malbata wî bû mirovên dozê.
ŞEHADETA ŞERVAN
Ji zarokên wî Şervan (Amed Muslim) 10’ê Cotmeha 2013’an li eniya Girê Spî ya li nêzî sînorê Tirkiyeyê di şerê li dijî DAÎŞ û El Nûsrayê de şehîd bû. Kurekî wî Azad jî tevlî nava refên gerîla bû û zarokên wî yên din jî beşdarî nava karên partiyê bû. Bi vî rengî malbata wî bû ocaxa têkoşîn û berxwedanê.
BI KARÊN XWE YÊN LI QADA NAVNETEWEYÎ BÛ AKTOREKÎ GIRÎNG
Salih Muslim di Îlona 2017’an de ji Têkiliyên Derve ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re berprisyarî kir. Hem di dema Hevserokatiya PYD’ê hem jî dema wezîfeya xwe ya li nava TEV-DEM’ê de li qada neteweyî û navneteweyî karên girîng kir û bû aktorekî girîng.
Di 19’ê Adara 2022’an de di Kongreya 9’emîn a PYD’ê de careke din ji bo Hevserokatiya PYD’ê hate hilbijartin. Piştî 2 salan wezîfeya Hevserokatiyê di kongreya 10’emîn de radest kir û wezîfeya endametiya Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê meşand.
SALIH MUUSLIM PIŞTÎ DEMEKE DIRÊJ SERDANA KOBANÊ KIR
Çend roj beriya şehadetê, serdana Kobanê kir ku weke sembola berxwedanê û esaleta Kurd pênase dikir. Cara dawî wê Kobanê bidîta, ku lê ji dayik bû, li cîhanê deng veda û bi hezaran fedaiyan berxwedaneke destanî kir. Ji ber vê jî xwest bi malbata xwe, zarokên xwe, neviyên xwe, xizm û hevalên xwe re demê derbas bike. Xwest bi gelê Kobanê re civînan çêbike.
Dema ku hat Kobanê destpêkê çû mala malbata xwe. Dema ku wesayiteke spî ya ku tê de Salih Muslim hebû gihîşt nêzî malê, derdora malbatê hemû û Kobaniyan ew li hewşê pêşwazî kirin.
Dema ku Salih Muslim peya bû li ber tilîliyên jinan ber bi malê ve meşiya. Bi kefiyeke ji rengê spî û gewr, bi kincên neteweyî yên Kurd, şal û şapik û şalwar ber bi malê ve meşiya.
Ji bo çanda Kurd tine nebe, Salih Muslim bi kincên neteweyî beşdarî hemû çalakiyan dibû. Her wiha di jiyana rojane de jî li xwe dikir.
Dema ku ber bi malê ve dimeşiya ji bo nekeve, kurên wî bi milên wî girtin. Salih Muslim li hewşê ji aliyê hevjîn û hevrêya xwe Eyşe Efendî ve hate pêşwazîkirin. Piştî hembêzkirina hev û silavdayina li her kesî derbasî wê odeyê bû ku wêneyên Şervan Muslim û Rêber Apo lê bû. Piştre serdana gel a li malê destpê kir.
Heta êvarê mêvan pêşwazî kir, sohbet kir. Kêfxweşiya xwe ya dîtina Kobanê ya piştî demeke dirêj parve kir.
SERDANA GORA KURÊ XWE ŞERVAN KIR
Salih Muslim û malbata wî çûn Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê û serdana gora kurê xwe şehîd Şervan (Amed Muslim) kirin. Ne tenê kurê wî, hemû şehîdên li wê derê kur û keçên wî bûn.
Zehra Penaber, Feysel Ebû Leyla, Paramaz Kizilbaş, Destan Yoruk, Apê Nemir, Sadik Kobanê, Rifat Horoz, Koçero Batman û gelek şehîdên din ên azadiyê…

