Cenazeyê Mesûd Hemo Reşo yê ku 10‘ê Îlonê di bûyera girtîgeha Kobanê de bi giranî birîndar bibû û tevî hemû hewldanên bijîşkan duh (17 Îlon) li nexweşxaneya Helebê şehîd bibû, îro bi merasîmekê li pakrewangeha Şehîd Dîcleyê hat veşartin. Di merasîma girseyek mezin tev lê bûn de şehîd Dîlan Cûdî jî bibîranîn.
Girse cenazeyê şehîd ji morga şehîdan wergirtin û bi dirûşma dilsoziya bi şehîdan re û bilindkirina wêneyên wan berê xwe dan pakrewangeha Şehîd Dîcleyê.
Di merasîmê de piştî deqeyekê rêzgirtin, endama Meclisa Malbatê Şehîdan Eyşe Efendî axivî. Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên 10 şehîdên bûyera girtîgehê re xwest û got, şehîd in ku canê xwe ji bo parastina welatê xwe û ji bo mafên xwe û nasnemeya xwe feda kirine.
Endamê Fermandariya Lîwaya Kobanê Mehmûd Kobanê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Mehmûd Kobanê anî ziman ku bûyera girtîgehê birîneke kûr di dilê her kesî de vekiriye û xwest bûyer were ronîkirin û hesab were pirsîn.
Piştî axaftina Mehmûd Kobanê, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd Mesûd Hemo Reşo bi tililiyên dayikan û siloganên “Şehîd Namirin” de li kêleka hevalên xwe yên ku di heman bûyerê de şehîd bibûn, hat veşartin.

