Li gorî agahiyên hatine wergirtin li gorî dema herêmî beri bi saet 11.00’an ve balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk bombe li gundê Sînkê yê navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê barand. Nehat zanîn ka di êrîşê de windahiya can yan jî mal heye yan na.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên niştecihiyê yên sivîl ên li Başûrê Kurdistanê, hema bêje bi rojane pêk tên.
25’ê Tebaxê roja Yekşemê di bombebarana li ser herêma Berwarî Bala de 5 gund şewitîn, ji xeynî bax û baxçeyên gundiyan qada daristanê ya bi sedan donimî bû xwelî.
23’yê Tebaxê li hemberî wesayîteke rojnamevanên Kurd a li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê, êrîş pêk hat û du rojnamevanên jin şehîd bûn.