Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayîş” ên Parêzgeha Hesekê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Basil Îbrahîm Igêl ragihand.
Daxuyaniya Asayîşê wiha ye:
“Hevalekî me di Hêzên Ewlekariya Hundirîn ” Asayîş” ên Parêzgeha Hesekê de, dema bi erka xwe ya parastina aramiya herêmê li dijî komeke çekdar ku hewl dida karên dizînê bikin, gihîşt asta şehadetê.
Agahiyên têkildarî nasnameya şehîd wiha ne;
Nav û paşnav : Basil Îbrahîm Igêl
Navê Dayikê : Helwa
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 25/1/2000ˊan
Dîroka tevlêbûnê: 2020ˊan
Dîroka şehadetê: 23/4/2026ˊan
Şehîd Basil, ji dema tevlêbûna li nava hêzên me de bi kesê xwedî rihê wêrek dihat naskirin, bi doza gelê xwe bawer bû û di oxira herêmên me di aramiyê de bin canê xwe feda kir.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û em bejna xwe li hember keda wan ditewînin û em soz didin şehîdan ku em ê li ser rêya wan dewam bikin heta ku ewlehî û aramî li herêmê me misoger bibe. “

