Çarşem, 14 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Ewropa ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rêzeçalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkaran li gelek bajaran dest ji kar berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanadayê êrişên li ser Helebê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê DYE’yî: Divê hesabê sûcên li Helebê bê pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mele Şevket Çakir: Tirkiye ji bo tinekirina nasnameya Kurd Sûriyeyê dixe nava êgir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji xwendekarên Zanîngeha Koye çalakiya ji bo Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hemra Apaydin li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Neam Bedel: Ya HŞT’ê li Helebê kir dûrî exlaqê mirovahiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ di 25’ê Çileyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê melayên ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kirin, hatin gilîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Helebê û pêvajoyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin gihîştin Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê jin barê aştiyê hilgirin û edaletê kontrol bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Jinê: Divê hesabê sûcên hatine kirin bê pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çete bombeyan li gundên li derdora Bendava Tişrînê dibarînin
Çete bi çekên giran bombeyan li Dêr Hafirê dibarînin
SÎHA ya dewleta Tirk cara duyemîn bombe li Meskeneyê barand
Derdora Bendava Tişrînê tê topbarankirin
Li 2 gundên Dêr Hafirê malên sivîlan hedef hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê şehîdên Helebceyê bi bîr anî
Kurdistan

KCK’ê şehîdên Helebceyê bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da û şehîdên Helebceyê bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

16’ê Adara 1988’an li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê di êrîşa qirkirinê de ya bi çekên kîmyewî hate kirin bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 36’an a komkujiyê daxuyaniyek da, şehîdên Helebceyê bi bîr anî û bang li gelê Kurd kir ku yekîtiya neteweyî xurt bike, li dijî dijminên qirker têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Hêzên mêtinger ên qirker yek ji komkujiyên li ser Kurdan di 16’ê Adara 1988’an de li Helebceyê pêk anîn û di vê komkujiyê de bi hezaran Kurd jiyana xwe ji dest dan. Em careke din vê komkujiya hovane û rejîma Saddam a faşîst û qirker ku ev komkujî pêk anî bi tundî şermezar dikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din di şexsê şehîdên Helebceyê de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwedîderketina li bîranînên şehîdan dubare dikin û diyar dikin ku em ê hesabê hemû komkujiyan ji wan bipirsin.

Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî bi êş û hovane ye. Komkujiya Helebceyê hişmendiya nijadperest, miletperest û netewe-dewletperestî bê mirovan çiqas hov, zalim û xeternak dike, bi awayekî bi êş raxistiye ber çavan. Ev jî nîşan da ku dijminatiya li Kurdan çiqasî kûr e. Bi hezaran Kurd, jin, mêr, zarok û kalepîr bi çekên kîmyewî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev komkujî li ber çavên cîhanê hat kirin û tu dewlet li dijî wê derneket. Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Ewropa û dewletên din li hemberî vê komkujiyê bêdeng man. Tenê dema ku berjewendiyên wan kete bin xetereyê wê gavê li dijî rejîma Seddam rawestiyan. Lê di êrîşên Enfalê de li hemberî qirkirina bi sed hezaran Kurdan pêwîstî nedîtin ku tiştekî bikin. Hêzên modernîteya kapîtalîst şirîkên qirkirina Kurdan û komkujiyan in.  Hêzên modernîteya kapîtalîst qirkirina Kurdan li ser esasê parçebûna Kurdistanê û çaresernekirina pirsgirêka Kurd ku encama planên li ser Rojhilata Navîn ava kirine. Hêzên modernîteya kapîtalîst îro jî piştgiriyê didin polîtîkayên qirkirina Kurdan û dibin şirîkê hemû êrîş û komkujiyên li dijî gelê Kurd. Hêzên modernîteya kapîtalîst û qirker piştgiriyê dide polîtîkayên mêtinger ên dewleta Tirk a dagirker ev sedsal in êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakurê Kurdistanê, Rojava û Başûrê Kurdistanê, Şengal û Wargeha Mexmûrê dimeşîne. Piştgiriya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan tê wateya piştgiriya eşkere ya qirkirina Kurdan.

Pêwîste pêşketina dîrokî ya Komkujiya Helebceyê baş were fêmkirin. Siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd divê li ser vê yekê bisekinin û rastiya dîrokî derxin holê. Dema ku dewleta Iraqê li hemberî têkoşîna gelê Kurd têk çû, kete nava hewldanên lihevkirinê û di sala 1983’an de YNK û dewleta Iraqê li hev kirin. Di vê peymanê de çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser esasê xweseriyê hatiye nivîsandin. Lê belê dewleta Tirk ket dewrê û ev peyman xera kir. Dewleta Tirk diyar kir ku ew ê çareseriya pirsgirêka Kurd bi tu awayî qebûl nekin. Aliyê Iraqê bi eşkere sedema xerabûna peymanê ji nemir Celal Talabanî re gotiye û li ser vê yekê nemir Celal Talabanî ê ku ji bo danûstandin û îmzekirina peymanê çûbû Bexdayê, vegeriya Kurdistanê. Piştî vê dîrokê Seddam bi wê cesareta ku ji dewleta Tirk girt, berê xwe da Kurdan û bi Operasyona Enfalê dest bi komkujiyan kir û di vê çerçoveyê de Komkujiya Helebceyê hat kirin. Girîng e ku ev rastiya dîrokî were zanîn û girîng e ku mirov li gorî wê nêzîk bibe. Pêşlêgirtina komkujiyan û bi dawîkirina komkujiyan bi vî awayî pêkan e.

Komkujî û qirkirinên li ser gelê Kurdistanê îro jî dewam dikin. Rêveberiya Tayyîp Erdogan li ser navê dewleta Tirk vê polîtîkayê dimeşîne. Dewleta Tirk a qirker a mêtinger û rêveberiya faşîst a Tayyîp Erdogan bi tu awayî naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe û bi gef, êrîş û dagirkeriyê hewl dide pêşî li vê bigire. Çawa ku li Iraqê kir, îro hewl dide li Sûriyeyê jî heman tiştî bike. Lihevkirina dewleta Sûriyeyê û Kurdan, çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê asteng dike. Yê ku xitimandina pirsgirêka Kurd ferz kiriye û bûye sedem ku gelê Kurd ji berê heta niha rastî komkujiyan were, dewleta Tirk e. Em di salvegera 36’an de carek din şehîdên Helebceyê bi bîr tînin, divê em hîmên ku rastiyên dîrokî li ser hatine avakirin baştir fêm bikin, yekîtiya xwe ya neteweyî xurtir bikin û li dijî qetlîamkar û dijminê qirker bi bandortir têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 15’Ê ADARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Bi tecrîdê êşkence li girtiyê bi nexweşiya giran Erbey tê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyeke jin ji Girtîgeha Qerçekê sirgûnî Girtîgeha Evînê hat kirin

Malpera Dengê Binçavkiriyan ragihand ku girtiyeke siyasî ya jin ji Girtîgeha Qerçek sirgûnî Girtîgeha Evîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Karayilan: Hevalê Masîro di berxwedana Kobanê de bi roleke girîng rabû

Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan fermandar Masîro Xabûr bi bîr anî ku sala 2020'î ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 12’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Senetor Graham hişyarî da Tirkiye û Şamê: Hilbijartina xwe bikin bi aqilane bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

SZK: Êrîşa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûc e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sewqiyeta leşkerî ya derdora Dêr Hafirê zêde bû, gund têne bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Nerazîbûnên girseyî li dijî êrîşên li ser Helebê dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?