Sêşem, 5 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mehmet Turkmen xistin şaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel: Pêvajo ji me hemûyan berpirsyariya dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan ‘Desteya Şopandina Aştiyê’ pêşniyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsûnê lêdana li girtiyan û cezayê dîsîplînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî “Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê” pêşniyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor DFG’ê: Meha Nîsanê binpêkirinên li hemberî rojnamevanan zêde bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Koma 198’an nobeta Mexmûrê dewr girt: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê piştgirî da banga dayikên aştiyê ya li dijî darvekirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Apoyî: Divê statuya Rêber Apo diyar bibe û gavên hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tevgera Apoyî daxuyaniyeke girîng li ser pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî dest pê kirin: Divê Zimanê Kurdî bi destûrî bê misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê şehîdên Enfalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rewşa Nêrgiz Mihemedî krîtîk e: Di navbera mirin û jiyanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Divê rol û mîsyona YPJ’ê were naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’ê: Di meha Nîsanê de 26 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şaxê mirina gumanbar a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jineke Êzidî piştî 12 salan gihîşte Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJ’ê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Jin wê cîhanê azad bikin
Jin

KJK: Jin wê cîhanê azad bikin

Koordînasyona KJK'ê çalakiyên 8'ê Adarê silav kir û diyar kir ku jinên qîmet û wateyê didin jiyanê, azadiyê, xwe û yên din wê cîhanê rizgar bikin, azad bikin, ronî bikin û bedew bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê û 4 kulîlkên nergizê yên ji Rêber Apo hatî, diyariyeke pir bi nirx û bedew e û got, “Di destê me de ye ku em bi vê diyariyê jiyana xwe, jinan, zarokan, jin ên ciwan bikin nêrgiz, bikin bihar, bikin mîna baxçeyê. Em kêfxweş in ku bi vî rengî vê biharê pêşwazî dikin û di vê wateyê de em serhildan û têkoşîna xwe ya avakirina demokrasiyê û hêviyên xwe yên ji bo siberojê mezin dikin.”

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye: “Me îsal 8’ê Adarê bi peyama Rêber Apo ya Manîfestoya Rizgariya Jinê ya Sedsala 21’ê pêşwazî kir. Rêber Apo serdema ku em tê de ne weke Ronesansa Jinê û Ronîbûna Jina Azad nirxand û hemû dem veguherand 8’ê Adarê, gul û biharê. Em Rêber Apo û manîfestoya wî silav dikin!

JIN LI QADAN BÛN

Jinên ku guh dan manîfostoyê di 8’ê Adarê de pêşengî ji banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re kirin û li Bakur, Tirkiyeyê, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava, Şengal, Mexmûr, Rojhilat, Başûr û Ewropayê li kolan û qadan bûn. Bi biryardariya azadî, demokrasî û wekheviyê li Kurdistanê û jinên Kurd di milekî de li hemberî tundiya desthilatdariya mêr helwesta xwe nîşan da, di milekî de biryardariya xwe ya ji bo pêşengiya ji pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ danî holê. Li Tirkiye, Sûriye û Ewropayê jin bi çand, ziman û rengên cuda hatin ba hev. Li hemû deverê cîhanê jin li hemberî dewleta desthilatdariya mêr û zayendperest, li hemberî êrîşên li dijî jin û zarokan helwest, deng û raperîna xwe bilind kir. Weke KJK em hemû jinên ku ji Sibatê heta 8’ê Adarê bi gelek çalakiyan li kolanan, qadan her roj dikirin 8’ê Adarê û vê keda demokrasî û azadiyê silav û pîroz dikin!

JIN HESAB DIPIRSIN

Ked û zanebûna azadiya jinê, têkoşîna wê ya ku sedsala 21’ê ronî dike û biwate dike, bi vê biharê re nû destpê kiriye. Têkoşîna jinê xwedî wê hêzê ye ku jiyana me ya rojane û cîhanê bihejîne. Ji xwe di vê 8’ê Adarê de me dît ku dengê lingên jinên ku hemû sînor derbas kirin, dest dan hevdû û bûn yek xwedî hêzeke çawa ne û bedewiyek çawa afirandin. Zanebûna jinê ya hişyarbûyî, ya rabûye ser piyan û meşiya, hêza jinê ya serhildanê îro xwe rêxistin dike û hesabê ji desthilatdariya mêr dipirse, diqîre ku jiyaneke çawa dixwaze, xwe birêxistin dike û didomîne. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî her cure tundiya mêr, îdeolojî û çanda zayendparêz a avakirî, bûye sîwan û bernameya têkoşîna hevpar. Rêber Apo mêrê desthilatdar ê di hundirê xwe de kuşt û ji jinê re bû hevrêyê azadiyê. Rêber Apo bi vê 8’ê Adarê re asta têkoşîna jinê hîn bilindtir kir û wezîfe û mîsyona ji bo têkoşînê hîn mezintir kiriye.

DIVÊ EM MANÎFASTOYA RIZGARIYA JINÊ NÎQAŞ BIKIN

Bi şoreşa jinê û ronesansê re hemû dem ya me ne. Ji bo ku hemû dem ya me be, divê her roj bi wateya 8’ê Adarê bijîn û têbikoşin. Di vê wateyê de divê em Manîfestoya Azadiya Jinê ya Rêber Apo ku di nava şert û mercên herî giran ên tecrîdê de nefes û hêz dida jinê û hemû hêza xwe ya jiyan û têkoşînê ji azadiya jinê re kilît kir, hîn bêhtir nîqaş bikin. Berpirsyariyeke me heye ku em bi çalakiyên cuda, perwerde, civîn, komxebat û atolyeyan nîqaş bikin, hewl bidin fêm bikin û ji bo vê perspektîfê erkên nû yên têkoşîn û rêxistinbûnê danin pêşiya xwe. Em bang li hemû jinên Kurdistanî û cîhanê dikin ku vê perspektîfê hê bi xurtî fêm bikin û bi jiyanî bikin.

BÛ DIYARIYEK BEDEW Û GELEK HÊJA

Jinên qîmet û wateyê didin jiyanê, azadiyê, xwe û yên din, wê cîhanê rizgar bikin, azad bikin, ronî bikin û bedew bikin Rêber Apo li Îmraliyê çar tebeqeyên Îdeolojiya Rizgariya Jinê û çar kulîlkên nêrgizê kir diyarî. Ev diyarî gelek bedew û hêja ye. Di destê me de ye ku em bi vê diyariyê jiyana xwe, jinan, zarokan, jin ên ciwan bikin nêrgiz, bikin bihar, bikin mîna baxçeyê. Em kêfxweş in ku bi vî rengî vê biharê pêşwazî dikin û di vê wateyê de em serhildan û têkoşîna xwe ya avakirina demokrasiyê û hêviyên xwe yên ji bo siberojê mezin dikin.

Li ser vê bingehê em careke din 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin, dil, hişmendî û çalakiyên wan ên tijî serhildan silav dikin û bang li wan dikin ku ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bibin pirek û Roja Newrozê veguherînin cejna gelan û cejna têkoşînê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Jin xwedî wê zanistê ne ku xwe ji her cûre xeteriyan biparêzin’
Nûçeya Pişt re Li Êrîvanê 8’ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Pirsûsê serdegirtin: 7 kes hatin binçavkirin

Hêzên dewleta Tirk li navçeya Pirsûs a Rihayê avêtin ser du taxên li ser sînorê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Yasir El Salih hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Yasir Mehmûd El Salih hat veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Melayên Başûr: Divê em nehêlin dagirkeriya dewleta Tirk bidome

Seydayên olî bertek nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr dan û gotin: "Tu…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rewşa Nêrgiz Mihemedî krîtîk e: Di navbera mirin û jiyanê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Divê rol û mîsyona YPJ’ê were naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapora KCDP’ê: Di meha Nîsanê de 26 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?