Çarşem, 17 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dr. Ulgen: Xizmeta tenduristiyê zehmet bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gavên baweriyê bêne avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê berê yê FARC’ê: Zemîna hiqûqî nebe pêvajoyên aştiyê nameşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Em li benda destpêkirina pêvajoya derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Em ê bi hev famkirinê aştiyê bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihîşt Çemçemalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK cara 14’an li hev rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agirî civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FIFA’yê xelata alîgirên herî baş da alîgirên Zaxoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎHD’ê: Li Tîpa T a Êlihê binpêkirinên giran li dijî girtiyên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li Îranê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bang li Tehranê kir ku Nêrgiz Mihemedî berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Fermandar Berfîn Nûrhaq fermandara hezkirin û kedê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Xelfetiyê berxwedan dewam dike: Hûn nikarin me têk bibin!
Kurdistan

Li Xelfetiyê berxwedan dewam dike: Hûn nikarin me têk bibin!

Li Xelfetiyê, nûnerên partiyên siyasî di çalakiya li dijî darbeya qeyûm de axivîn û peyama berxwedana hevpar dan û diyar kirin ku wê berxwedan bi ser bikeve.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê protestokirina tayînkirina qeyûm di roja sêyemîn de didome. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îbrahîm Kuçukbalaban, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, serok û nûnerên EHP, TOP, TÎP, EMEP, SMF, SYKP, SODAP, KKP, PÎA, Partiya Şoreşger, ESP, ÎHD, Federasyona Alevî Bektaşî, KESK’ê di nav de ji bo şermezarkirina qeyûm hatin navçeyê û li ber şaredariyê daxuyanî dan. Heta ber şaredariyê meş hat lidarxistin û di meşê de dirûşm hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de ewilî Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş axivî û got: “Hikûmeta AKP-MHP’ê bi hev re darazê bi rê ve dibin. Xebatên hevserokên me tên krîmînalîzekirin. Kes sûc nake, desteserkirina îradeya gel heye. Me ev darbe qebûl nekir, em ê ji niha şûn ve qet nekin. Li vir jî berxwedaneke mezin heye, em berxwedana we silav dikin. Roja hilbijartinê zextan kirin lê dîsa jî têk çûn. Ev der warê birêz Ocalan e. Li aliyekî bangan dikin li aliyekî jî cezayên disiplînê li Ocalan tê birîn. Em bangan naxwazin gavan biavêjin. Şert û mercên wî yên azadiyê biafirînin. Bi tecrîd û êrişên li ser siyaseta demokratîk hûn nikarin bigihîjin tu cihî. Hûn darbekar in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan: Me gelek caran diyar kir ku em bi desthilatdariyeke înkarker re rû bi rû ne. Dibêjin kurd nikarin zimanê xwe hilbijêrin û nikarin biaxivin. Heke îradeya kurdan têxin girtîgehê, em ji Xelfetiyê ji  desthilatdariyê dipirsin; Gelo divê Kurd çi bikin? Li Kurdistanê hiqûqek û qanûnek cuda heye li rojavayê Tirkiyeyê hiqûq û qanûnek cuda heye û tê pêkanîn. Kurd edaletê dixwazin. Yên diyalogê naxwazin ew in, ew qeyûm tayînî Xelfetî, Êlih û Mêrdînê kirin. Em bi sextekariyeke cidî re rû bi rû ne. Em weke gelên bindest, kedkar, ciwan û jin vê hikûmeta ku vîna me desteser kiriye hişyar dikin. Ev rê wê Tirkiyeyê nehêle tu derê. Bi vî awayî vegere. Xelkê Xelfetiyê kê bijartin bila ew navçeyê bi rê ve bibe. Kurd êdî ji we bawer nakin. Zîhniyeteke we heye ku dema hûn di tengasiyê de bin serî li pêbaweran dide, xwe bi qanûnê ve girê dide û darazê jî wekî darekê-şivekî li ser me bikar tîne. Kurd demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Ev îmtîhan îmtîhana we ye. Heke hûn bibêjin çareserî kurd li vir in, Îmralî jî li wir e. Heke hûn aştiyê dixwazin, dev ji tayînkirina qeyûman berdin.

Parlamenterê me bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Birêz Ocalan bal kişandiye ser girîngiya Xelfetiyê. Heta ku ev biryar bi paş ve bê kişandin, em ê li ber xwe bidin û li ser pêya bin. Em li cihê herî rast in, çimkî em mafdar in û têkoşîna me daxwaza mafdariya xwe dike. Em ê van darbekaran biqewirînin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari: Ev qeyûm darbeya siyasî ye. Em ê bê westan bêjin hûn darbekar in. Qeyûm bi destê qesrê pêk tê. Dixwazin mafê bijartin û hilbijartinê ji holê rakin. Dixwazin sîstema padîşahiyê ava bikin. Bi destekî gotin ‘em pirsgirêka kurd çareser bikin’ bi destekî din jî li ser me darbeyê pêk tînin. Kesên ku aştiyê bixwaze qeyûman tayîn nake. Em îro dengê xwe derxin ku sibê qeyûm neşînin ser şaredariyên din. Ji bilî dijderketina van zaliman wekî din tu rêyek me din nîne. Em ji memleketê birêz Ocalan bang dikin; yên ku tecrîdê rakin hûn in. Em li dijî we û tecrîda we li ber xwe didin. Demildest wê tecrîdê rakin.

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk: Divê her kes, em hemû li dijî qeyûman bibin yek. Em bi ruhê yekbûyî desthilatdariyê û qeyûman biqewirînin.

Seroka Giştî ya Halkevlerî Nebiye Mertturk: Me li Kobanê û Geziyê li ber xwe da. Em ê dîsa li ber xwe bidin. Gel dixapînin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û van dîktatoran ji ser textê wan bixînin.

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan: Em ji Xelfetiyê bang dikin; demildest van qeyûman bi paş ve bikişînin û dest ji van pêkanînên xwe hovane berdin. Li dijî van em neçarin ku hêza xwe bikin yek.

Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi: Yekitiya me heye û em ê li dijî qeyûman bi ser bikevin. Em berxwedana gel silav dikin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar: AKP’ê êdî wesfa xwe ya desthilatdarî winda kiriye. Li ber têkçûnê ne. Dixwazin ku gelê kurd teslîmî wan bibin û dest ji îradeya xwe berde. Gelê kurd wê dest ji îradeya xwe û têkoşîna xwe bernede. Yên ku dibêjin pirsgirêka kurd tune ye, bila werin Kurdistan3e binêrin ka pirsgirêk heye yan nîne. Rola birêz Ocalan didizin. Bi salane birêz Ocalan ji bo şer nebe têdikoşe. Ewilî tecrîdê rakin, paşê biaxivin. Li şûna ku tecrîdê rakin, qeyûman dişînin ser îradeya gel.

Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram: Bila qeyûm destê xwe ji ser Xelfetiyê û Kurdistanê rake. Xelfetî viya qebûl nake. Me bi derziyekî bîrekî kola. Dewletê hemû derfetên xwe li dijî me xist dewrê lê dîsa jî nikaribû me têk bibe. Em ji tunebûnê çêbûn. Me xizmeta gelê xwe kir. We berê jî qeyûm şand lê dîsa em bi ser ketin. Gel viya qebûl nake û ji bîra nake. Mesele ne meseleya Saniye Bayram û Mehmet Karayilan e.

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç, Hevserokê SYKP Mertcan Tîtîz, Berdevka SODAP’ê Kezban Konukçu, Berdevkê Demê yê SMF’ê Mahîr Gurz, rêvebera ESP’ê Satiye Ok, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Sînan Çîfyurek jî di daxuyaniyê de axivîn û li dijî qeyûman banga têkoşîn û berxwedana li dijî qeyûman kirin.

Piştî axaftinan, şandeyê û welatiyan heta avahiya DEM Partiyê meş li dar xistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zincîra ‘hurmeta li îradeyê’ hate avakirin
Nûçeya Pişt re Berxwedana li Mêrdînê: Hûn nikarin gelê Kurd bêdeng bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Talîbanê vê carê pace li jinan qedexe kir

Rejîma Talîbanê li Efganistanê pêkanîneke nû a dijminahiya xwe ya li hember jinê zêde kir.…

Ji aliyê Stêrk TV

Îradeya Werxelêyê manîfestoya têkoşîna gerîla ye

Têkoşîna Werxelêyê ew têkoşîn e ku xeta taktîkên şerê tunelan diyar kiriye û şerê tunelan…

Ji aliyê Stêrk TV

Reşat Ozdîl piştî 31 salan hat berdan: Têkoşîn wê berdewam bike

Reşat Ozdîl 31 salan ku 3 caran jî serbest berdana wî hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihîşt Çemçemalê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di kongreya ZIMANGER de banga Kurdî: Divê li her malê were axaftin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK û PDK cara 14’an li hev rûniştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?