Çarşem, 22 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş: Em ê beriya ku Meclîs bikeve betlaneyê, vesazkirinê bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saratovê bîranîna Şoreşa 19’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êrîş bir ser meşa karkeran: 2 sendîkavan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tataroglû: Dixwazin kekê min Hasan Basrî Yildiz bi tecrîdê bikujin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogû Ergîl: Qanûna çarçoveyê divê nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di destê wan de dar û nobetê digirin: Em ê siberoja xwe biparêzin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Meşa ber bi sînor ve: Peyama Rêber Apo hate silavkirin
Kurdistan

Meşa ber bi sînor ve: Peyama Rêber Apo hate silavkirin

Li navçeya Nisêbînê bi deh hezaran kes li dijî dagirkeriyê ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan. Di meşê de peyama Rêber Apo hate silavkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê di roja 21’emîn de ye.

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û nobet di roja 21’emîn de dom kir. Welatiyên di saetên serê sibehê de li Parka Barişê ya Nisêbînê hatin gel hev, dirûşm berz kirin û xwe li benda saeta meşê girtin. Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), nûnerên rêxistinên Elewiyan, jin, ciwan jî di nav de zêdetirî deh hezar kes ji vir ber bi sînor ve meşiyan. Piştî welatî li parkê kom bûn, kortej ava kirin û dest bi meşê kirin. Di kortejan de pankartên “Bi ruhê seferberiyê em ê Şoreşa Rojava biparêzin”, “Rojava rûmeta me ye”, “Rojava rûmeta mirovahiyê ye Rojava biparêze” û “Li Rojava aştî, li cîhanê biratî” hatin hilgirtin.

Di dema meşê de girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava dilê me berxwedan karê me ye” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin û dovîzên “Rojava biparêz e”, “Rojava rûmeta me ye”, “Na ji şer re aştî a niha”, “Jin jiyan azadî” û “Kobanê neket dê Minbic jî nekeve” hatin hilgirtin. Di meşê de coşeke mezin hebû û hem peyama berxwedanê hate dayin hem jî peyamên xwedîderketina li peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin dayin.

Piştî meşê, bi dehhezaran kes li ser sînorê Qamişloyê kom bûn û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de li ser navê DÎK’ê Seyda Babayê Xelatî axivî û wiha got: “Dixwazim li vir du peyaman bişînim. Peyama ewil ev e; ji bo aştiyê banga yekitiyê li gelê Kurd dikim. Aştî, bi yekitiyê dibe. Yekitî jî fermana Xwedê ye. Peyama duyemîn jî ji bo gelên Tirkiyeyê ye; gelê Kurd aştî û xwişk-biratiyê dixwaze. Lewma Kurd û Tirk bira ne û divê bi aştiyane bijîn.”

Li ser navê DAD’Ê jî Mûstafa Karabudak axivî û wiha got: “Parasina Rojava peywirekî însanî ye. Li Sûriyeyê komkujî tên kirin. Bi destê AKP-MHP’ê li wir komkujî tê kirin. Banga me ji bo raya giştî ya cîhanê ye. Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Israra di şer de çareserî nîne. Çareserî, bi bidawîkirina şer dibe. Elewî her tim li gel mazluman e. Em vê komkujiyê qebûl nakin. Dema li Sûriyeyê komkujiya sivîlan tê kirin de li vir jî polîtîkayên zextê li ser Kurdan dimeşînin. Gelê Sûriyeyê divê bi baweriya xwe û bi awayekî demokratîk bijî.”

Piştrê jî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Aysegul Dogan wiha got: “Em xwişk û biratiya bin xet û ser xetê silav dikin. Tîrejên rojê ev dem ji bo me kir bihar. Ew bayê biharê ji Îmraliye tê. Bi rojan ê em li vir nobede digrin. Em dibêjin em sînorên wê di navbera me de çêkiriye di dilê me de nîne. Rojava aliyê me yê herî biçuk û nazik e. Lewma em Rojava xwedî dertên û sînoran nas nakin. Hûn nikarin bibêjin xwişk û biratiya wê ji bo ewlehiya Tirkiyeyê xetere ye. Em li vir careke din dibêjin nobeda me nobeda aştiyê ye. Nobeda me bangawaziya demokrasiyê ye. Bangawaziya tifaka Kurdan e. Em ji bo xwişk û biratiya ku hevdû qebûl dike amade ne. Em li vir careke din bang dikin; careke din jî aliyê xwe ye herî nazik û delal re silavan dişînin. Em dixwazin ziman, çand û hunera me bê naskirin. Divê ji bo wê jî em têkoşîna xwe mezin bikin. Rojnamegerên weke we ku li du rastiye bûn Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin hedefgirtin. Biratî ne bi hedefgirtina rojnamegeran, bi polîtîkayeke xwişk û biratiyê çêdibe.”

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bal kişand ser peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew îradeya ku rêzdar Ocalan di bin tecrîdeke mezin de rêya aştiyê weke nexşeke zirav û kûr anî ve merhaleyê. Ew îradeya xwişk û biratiye ku wî derxist holê em hemû bendawerê we ne. Her yek jî wê li çav rê ye. Ew ax ji ter bû ye û dile me jî edî raneke. Wext ew wexte ku deriyên zindanan bên vekirin. Ji bo em bikarin bigihijin mirada xwe, em di destpêka rûpeleke nû de ne. Asta ku em gihanê, bi têkoşîna me derketî ye holê. Lewma roj roja xwedîderketina li vê îradeya ku em bi salan e li bendê ne. Divê em vê tecrîdê bi temamî bişkînin û destê birêz Ocalan û yê gel bigihînin hev. Divê destkeftiyên Kurdan weke xetere neyên dîtin û weke destkeftiya xwîşk u biratiye bibînin. Destê ku ji me re dirêj dikin bila dirêjî Rojava jî bikin û di navbera gele Kurd u Tirk de biratiyeke misoger ava bibe.”

Herî dawî jî ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan deqeyek rêz hate girtin û daxuyanî bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Ebû Qelqelê tank hate îmhakirin, bi dehan dagirker hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Nobeda li ser sînorê Kobanê di roja 11’emîn de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Encamanmeya komxebata ‘Têkoşîna Azadî û Tifaqa Gelan’

Li Şengalê komxebata di çarçoveya fikrê neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Serhildana jineke çiyayî

Gerîla Arîn ku li nava malbateke welatparêz a li Qerejdaxê mezin bû, zanîbû ku azadî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şerîda Xezeyê bîlanço giran dibe: 41 hezar û 965 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku di nava salekê de ji ber êrîşên Îsraîlê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Roket li gundekî Helebceyê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di destê wan de dar û nobetê digirin: Em ê siberoja xwe biparêzin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?