Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Arzoxliyê berxwedana li dijî GES’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta li dijî projeya JES’ê di roja 194’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji MATUHAYDER’ê ji bo girtiyên jin banga azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karkerên li HABAŞ’ê dest ji kar berdan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulengul: Dewlet parastina sermayeyê ji xwe re dike wezîfe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Meşa li Amedê: Şoreşa jinê berfireh dibe!
Jin

Meşa li Amedê: Şoreşa jinê berfireh dibe!

Jinên Amedî di salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de daketin qadê û peyama, "Şoreş berfireh dibe" dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê bi boneya duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî, ji ber Edliyeya Amedê heta Qada Şêx Seîd meşiyan. Nûnerên gelek sazî, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr, Dayikên Aştiyê, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren û gelek jin beşdarî meşê bûn.

Meşvanan wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran a 8 salî ya di 21’ê Tebaxê de hat windakirin û di 8’ê Îlonê de cenazeyê wê hat dîtin hilgirtin û dirûşmeyên “Neparêze, bidarizîne”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn”, “Ji Jîna Emînî heta Narînê em kujeran nas dikin” û dovîzên “Me nivîsand, em ê pêk bînin” hilgirtin.

BENDA POLÎSAN HAT RAKIRIN

Polîsan pêşî meşê asteng kirin û dawiyê meşvanan dorpêç kirin. Jinan bi tilîliyan, çepikan û berzkirina dirûşmeyên “Bendê deynin pêşiya kujeran, “Bijî berxwedana Jinan”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Zilam lê dide, dewlet diparêze”, “Ji jinên berxwedêr ên Rojhilat re hezar silav” û “Hesabê Narîn wê bê pirsîn” bertek nîşan da.

Jin bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan hatin qada Şêx Sêîd û li vir daxuyanî dan. Berdevka DAKAP’ê Fîlîz Kaydû daxuyaniya hevpar da. Fîlîz Kaydû da xuyakirin ku di merasîma cenazeyê Jîna Emînî de civakê bi taybetî jinên Kurd bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dengê xwe yê berxwedanê li dijî rejîma paşverû ya Îranê bilind kirin û got: “Jîna Emînî bûye sembola çalakiyên li her derê berfireh bûye. Tirsa wan a ji birêxistinkirina nasnameya jina azad roj bi roj mezin dibe.”

Fîlîz Kaydû anî ziman ku rojeva herî girîng a berxwedana jinê ya bênavber têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye û wiha berdewam kir: “Em ê hesab ji kujerên Narîn û yên ku wan diparêzin bipirsin. Em ê hesab kujerên Sila ya ku di 2 saliya xwe de rastî tecawizê hat û yên wa diparêzin bipirsin. Em ê hesab ji kujerên Hîlal Kar a di 23’yê Hezîranê de hat qetilkirin û kiryar hêj nehatine girtin biprisin. Em ê hesab ji kujerên Sûdenaz a li Amedê hat qetilkirin bipirsin. Em ê hesan ji kujerên Jîna Emînî qetil kirin û yên ku biryara darvekirinê dane çalakvanan bipirsin. Ji bo hesab ji kujerên jinan bipirsin û edaletê pêk bînin em li kolanan in.”

Herî dawî Fîlîz Kaydû got, “Têkoşîna jinan a li dijî rejîmên paşverû her ku diçe mezin dibe. Şoreşa me ya jinan ji Îranê heta Amedê berfireh dibe. Dengê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi yek dengî bilind dibe. Em di berxwedanê de bi biryar in.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nergis Muhammedî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ silav kir
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şehîd El Hesen li Hesekê hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji rêxistinên çapemeniyê nerazîbûna li dijî binçavkirinan

15 rêxistinên çapemeniyê nerazîbûn nîşanî binçavkirina çar rojnamevanên li Stenbolê dan û xwestin, tavilê bêne…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump plana Xezeyê eşkere kir

Serokê DYE’yê Donald Trump ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê plana ku ji 20 xalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ebûbekir Helednî: Berxwedana Rojava dengê Kurdan kir yek û komplo pûç kir!

Endamê KNK’ê Ebûbekir Helednî diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê di nav Kurdan de hevgirtina neteweyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Arzoxliyê berxwedana li dijî GES’ê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?