Pûtîn piştî îmzekirina belgeyê daxuyaniyek da û got, “Peymana Hevkariya Berfireh a îro hate îmzekirin, tevî xusûsên din, diyar dike ku dema êriş li ser aliyekî peymanê bê kirin wê alîkariyê bidin hev.”
Pûtîn hişyarî da dewletên rojavayî û got, “Rûsya û Kore polîtîkayeke derve ya serbixwe dimeşînin û zimanê şantajê qebûl nakin.”
Serokdewletê Rûsyayê peyman weke ‘Belgeyeke şoreşgerî ya rasteqîn’ pênase kir û diyar kir ku Rûsya ‘hevkariya leşkerî-teknîkî’ ya bi Pyongyangê ji nedîtî ve nayê.
Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Ûn jî peyman weke ‘Bi armanca parastinê û aştiyane’ pênase kir. Lîderê Koreya Bakur Pûtîn weke ‘dostê herî baş’ ê welatê xwe pênase kir û destpêkirina ‘serdemeke nû’ ya têkiliyên bi Moskowayê re bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Kîm Jong Ûn “Ji bo parastina serwerî, berjewendiyên ewlekariyê û yekparebûna xakê piştgiriya tam a ji bo gel, artêş û hikumeta Rûs nîşan da ku li Ûkraynayê operasyoneke leşkerî dimeşîne.”
Pûtîn jî got, “Di serî de meseleya Ûkraynayê em piştgiriya we ya bi rêk û pêk a ji bo polîtîkaya Rûs bi kêfxweşî pêşwazî dikin.”
Emerîkî û Ewropî bi mehan e nêzîkbûna li hev a Moskow û Pyongyangê bi fikar dişopînin û Koreya Bakur sûcdar dikin ku cebilxane û fuzeyên zêde dide Rûsyayê.